Li gorî rapora CPJ: Herî zêde li Çîn û Tirkiyeyê rojnamevan girtî ne

  • rojane
  • 14:04 11 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi raporeke taybet ragihand ku herî zêde li Çîn, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê rojnamevan girtî ne. Li gorî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad 139 û li gorî TGS'ê jî 118 rojnameger girtî ne. 

 
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi raporeke taybet ragihand ku li Tirkiyeyê 47 rojnamevan girtî ne. Bi vê yekê re piştî Çînê di rêza duyemîn de ye ku herî zêde rojnamevan lê girtîne. Li gorî rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî di ser 100 kesî re ye. Di raporê de hate ragihandin ku li tevahiya dinyayê di sala 2019'an de herî kêm 250 rojnamevan girtî ne. Di raporê de hate gotin, "Piştî Çîn, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê di mijara girtina rojnamevanan de Erître, Vîetnam û Îran di rêzên destpêkê yên piştî wan welatan de ne."
 
Di raporê de hate gotin, "Çînê zextên xwe yên li ser çapemeniyê zêde kir li Tirkiyeyê ku hema bêjin nûçegihaniya serbixwe bi temamî tine bûye hin rojnamevan bi biryara ku li benda bidawîbûna dozê yan jî temyîzê bimînin hatin berdan. Di sala 2019'an de hejmara rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe hatin girtin derdora 250 kes in ku di asta rekorê de ye. Ji ber otorîterîzm, bêaramî û xwepêşandanên şermezarkirinê li Rojhilata Navîn hejmara rojnamevanên girtî zêde bû, bi taybetî li Misir û Erebistana Siûdî ku di mijara girtina rojnamevanan de di rêza sêyemîn de ne."
 
Li gorî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad 139 û li gorî TGS'ê jî 118 rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne.