Dema maşîneya polîsan digeriya teqîn pêk hat

  • rojane
  • 13:41 11 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Hat zanîn ku duh bi şev li navçeya Yenîşehîra Amedê dema wesayîta zirxî ya polîsan digeriya dibû teqînek rû da.

Hat ragihandin ku li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîra Amedê duh bi şev dema wesayîta zirxî ya polîsan li taxê digeriya teqînek rû da. Piştî teqînê ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin û polîsan derdorê ji çûnehatê re girt. Hat diyarkirin ku li heman kuçeyê polîsan bombeyek bi desatan hatiye çêkirin hat dîtin û bêbandor kirine. 
 
Hat zanîn ku di teqînê de birîndar û mirî çênebûne.