Rêxistina Efûyê: Divê Tirkiye biryara Kavala li ber çavan bigire

  • rojane
  • 13:35 11 Kanûn 2019
  • |
img
STENBOL – Rêxistina Efûya Navnetewî derbarê biryara DMME’yê ku ji bo karsaz Osman Kaval da daxuyanî da û xwest ku Tirkiye biryarê li ber çavan bigire û hemû rojnameger û parêzvanên mafê mirovan ên girtî werin berdan. 
 
Rêxistina Efûya Navnetewî derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku ji bo karsaz Osman Kavala yê ji doza Parka Geziyê girtî ne da daxuyanî da. DMME’ê biryar dabû ku divê Tirkiye demildest Kavala berde. Rêxistina Efûyê di daxuyaniya weşand de bang li Tirkiyê kir ku divê biryara DMME’yê li ber çavan bigire û Kavala yek ji wan kesan e ku ji pêşengên rêxistina civakî ya sivîl e. Rayedarên Rêxistina Efûyê xwestin di serî de Osman Kavala, parêzvanên mafê mirovan û rojnamegerên girtî bi lezgînî werin berdan.