Cezayê hefsa malê yê rojnameger Şahîn û Gayîp hat rakirin

  • rojane
  • 13:21 11 Kanûn 2019
  • |
img
STENBOL – Danişîna edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayîp dihatin darizandin hat dîtin û dadgehê cezayê hefsa malê yê rojnamegeran rakir û qedexeya derketina derveyî welat danî ser wan. 
 
Danişîna doza edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayîp ku bi angaşta “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirine” dihat darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Şahîn û Gayîp beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên rojnamegeran beşdarî danişînê bûn. Parêzeran xwest cezayê miwekîlê wan ên hefsê malê were rakirin.  
 
Pişt re dadgehê biryar da ku cezayê hefsa malê were rakirin û qedexeya derketina derveyî welat danî ser rojnamegeran. 
 
Her wiha dadgehê biryara şertê kontrola edlî ya li ser Gulsen Îmre û Ferhat Harun Pehlîvan jî ji heman dozê tên darizandin rakir û danişînek din taloqî 27’ê sibata 2020’an kir.