Bi hênceta ‘pere ji girtiyan re şandine’ hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:57 11 Kanûn 2019
  • |
img
STEBOL – Rêveberê rêxistina HDP’ê ya Çekmekoyê Şerafettîn Uymaz û kurê xwe Saît Uymaz bi hênceta ji girtiyan re pere şandine hatin binçavkirin. 
 
Rêveberê berê yê Rêxistina HDP’ê ya Çekmekoya Tekîrdagê Şerafettîn Uymaz û kurê xwe Saît Uymaz di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve hat destpêkirin nîvê şevê li malê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Tê payîn Uymaz û kurê wî ji bo îfadeyên wan bê girtin bibin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. 
 
Hat zanîn ku Uymaz û kurê xwe bi angaşta ji girtiyên doza PKK’ê girtî ne re pere şandine hatine binçavkirin.