Waliyê Mêrdînê meheke çalakî qedexe kirin

  • rojane
  • 19:51 19 Tebax 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê piştî wekî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, li dijî çalakiyên pêkan, ji bo mehekê hemû çalakiyê ku bên kirin qedexe kir.
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li ser Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê didomin. Piştî îro li gelek bajaran çalakî pêk hat û li Mêrdînê jî bertek zê bûn. Waliyê Mêrdînê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariyê bû, ji bo rê li pêş çalakiyan bigire, ji bo mehekê li Mêrdînê hemû çalakî qedexe kirin. 
 
Dê sibe daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ku hat kirin,  sibe saet di 11.00'an de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wê daxuyaniyeke girseyî bide.