Katî Pîrî: Di dorê de Enqere û Stenbol hene?

  • rojane
  • 14:50 19 Tebax 2019
  • |
img

ENQERE - Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î da û ev pirs kir: "Di dorê de jipeywirgirtina şaredarên Enqere û Stenbolê hene?"

 
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î da. Pîrî li ser hesabê xwe yê medya civakî, parvekirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya têkildarî tayînkirina qeyûman, retweet kir û ev şîrove li ser nivîsand: "Şaredarê Stenbolê jipeywirtgirtina şaredarên kurd ên Amed, Mêrdîn û Wanê rexne kir. Li gorî min hemû şaredarên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, her çiqas bi wêrekî nikaribin nêrînên xwe bînin ziman jî bi heman rengî difikirin. Şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê 5 meh piştî hilbijartina xwe bi hinceta ku têkiliya wan bi terorê re heye ji peywirê tên binçavkirin. Qet hurmetê nîşanî tercîha gel nadin. Di dorê de çi heye? Jipeywirgirtina şaredarên Stenbol û Enqereyê heye."