Hevşaredarê Dêrikê yê berê hat berdan

  • rojane
  • 15:16 17 Hezîran 2019
  • |
img
MÊRDÎN – Hevşaredarê Dêrikê yê berê Abdulkerîm Erdem ku bi 22 kesan re dihat darizandin hat berdan. 
 
Danişîna doza Hevşaredarê Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Abdulkerîm Erdem jî di nav de 22 kesên ji 26’ê sibata 2016’an ve dihatin darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Erdem û girtiyên din bi rêya dîmen beşdarî danişînê bûn û kesên ne girtî jî dihatin darizandin beşdar nebûn. Parêzer jî di danişînê de amade bûn û dozê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. 
 
Di danişînê de piştî parastinên hatin kirin, dadgehê girtina Erdem a dirêj li ber çavan girt û biryara berdana wî da. Dadger girtiyên din berneda. 
 
Danişîn taloqî 9’ê îlonê hat kirin.