Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin

  • rojane
  • 12:12 17 Hezîran 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Duh li Newala Cehennemê pevçûn derket û piştî pevçûnê şewatê rê da bû. Gundiyan ligel hemû astengiyan jî, bi hewldanên xwe şewat vemirandin. 
 
Li Çiyayê Gabar ê dikeve navra navçeya Kerboran a Mêrdîn û navçeya Hezex a Şirnexê, duh şer û pevçûn derket û serpelê jiyana xwe ji dest da. Pevçûna duh rû da li Newala Cehennemê zêdetir bû.  
 
Piştî pevçûnê, li daristanên derdora gundên Gizrî û Xenduk şewatê rû da. Rayedarên leşkerî bi hinceta “Ewlekariyê” mudaxileya şewatê asteng kirin. Li ser balavbûna şewatê, welatiyên gundên derdorê li hev kom bûn û ji bo vemirandina şewatê ketin rê û gehiştin gundê Xenduk. Welatiyan ligel astengiyên leşkeran jî, bi derfetên xwe mudaxileyî şewatê kirin. 
 
Di encama hewldana zêde ya gundiyan de, şewat hat vemirandin. Li aliyê din, nêzî 60 donim erd ji ber şewatê zirar dît.