Rêveberekê DBP’ê hat binçavkirin

  • rojane
  • 11:01 17 Hezîran 2019
  • |
img
AMED - Rêveberê Rêxistina DBP’yê Amedê Cemal Alkan, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
 
Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) yê Amedê Cemal Alkan, di serdegirtina malê de  hat binçavkirin. Polîsan saet 03.00’yê şevê bi ser mala Alkan de girtin û deriyên mal û odeyan şikandin. Polîsan hinceta binçavkirinê aşkere nekirin û Alkan binçav kirin.  
 
Hat diyar kirin ku polîsan Alkan birin Şaxa TEM’ê ya Amedê.