Li Amedê Muzeya Servekirî ya Mezopotamyayê tê avakirin

  • rojane
  • 09:09 17 Hezîran 2019
  • |
img

AMED – Hostayê niqirandina keviran Fesîh Gundogar piştî Maketa Sûrê, niha Muzeya Servekirî ya Mezopotamyayê çêdike. Gundgor dê destpêkê Sûrên Amedê û paşê jî berhemên dîrokî yên Mezopotamyayê çêbike û li muzeyê bi cih bike.

Hostayê niqirandina keviran Fesîh Gundogar ku di 21 salan de Maketa Sûrê çêkiribû, niha jî mora xwe davêje bin projeyeke din a dîrokî. Gundogar, demek dirêje ji bo Muzeya Servekirî ya Mezopotamyayê xebatê dike û amadekariya muzeyê dike. Gundogar, wê di çarçoveya projeyê de destpêkê bûrc û dîwarên sûrên Amede çêbike û li ser qadeke berfireh bi cih bike. Paşê jî berhemên dîrokî yên li mezopotamyayê çêbike û ji aliyê derve ve li derdora van bûrc û dîwarên sûrê bi cih bike. Gundogar Ji bo vê yekê di meha îlonê ya sala 2016’an de dest bi çêkirina bûrcên sûrên Amedê kiriye. Heta niha 38 bûrcan çêkiriye û dest bi bûrca 39’êmîn kiriye. Gundogan piştî ku bûrc biqedin wê dest bi çêkirinê dîwarên sûrê yên di navbera bûrcan de bike. 
 
3 SAL IN BARCAN AVA DIKE
 
Gundogar têkildarî projeya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û hemû hûrgiliyên projeya xwe vegotin û qala xebatên xwe kir. Gundogar diyar kir ku piştî ku Maketa Sûrê bi dawî kiriye, di meha îlona 2016’an de dest bi projeya xwe ya Muzeya Servekerî ya Mezopotamyayê kiriye û wiha got: “Li ser projeya xwe 3 sal in dixebitim û heta niha min 38 bûrc çêkiriye. Niha jî min dest bi bûrca 39’enîm kiriye. Di pirtûk û fermiyetê tê gotin ku 82 bûrcên sûrên Amedê hene. Ev agahî şaş in. Di rastiyê de 109 bûrcên Amedê hene. Min di Maketa Sûrê de 109 bûrc çêkirine, di projeya xwe ya nû de jî dê 109 bûrc çêbikim. Piştî ku bûrcan biqedînim dê dest bi çêkirina dîwarên sûrê bikim.”
 
QEYÛM PIŞTGIRIYA MADÎ NEDAYÊ
 
Gundogar destnîşan kir ku di dema qeyûm de şaredariyê ji bo projeyê qet alîkariya madî nedayê û hemû bûrcên ku heta niha çêkirine bi derfetên xwe çêkiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê yekê min ji xwe re dikaneke berhemên dîrokî yên ku êz çêdikim vekir. Hemû bûrcên ku min çêkirine, bi qazanca dikana xwe çêkiriye.” Gundogar da zanîn ku ji bo projeyê bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli re hevdîtin kiriye û got: “Ji bo bicihkirina bûrc û dîwarên sûrê niha ji min re cihekî 67 metre dirêj û 48 metre jî fireh digerin. Heke cih bê dîtin dê heta sal û sal û nîvekê em ê bûrc û dîwarên sûrê bibin bi cih bikin.”
 
DÊ PIŞTÎ SÛRAN DEST BI ÇÊKIRINA BERHEM MEZOPOTAMYAYÊ BIKE 
 
Gundogar, destnîşan kir ku piştî ku bûrc û dîwarên sûrê bi cih bike dê ji Maketa Sûrê cûdatir tenê avahiyên serekê yên mîna mizgeft, dêr, hemam û xan di nava Sûrê de çêbike û wiha pêde çû: “Heta ji destê min bê dê xaniyan jî çêbikim. Ne diyare ku di çend salan de biqedînim. Ji bo vê yekê min hedefek nedaye pêşiya xwe. Piştî ku bûrc û dîwarên sûran biqedînim. Dê li derdora Sûrê jî berhemên dîrokê yên sereke yên mezopotamyayê çêbikim û bi cih bikim."  
 
BÊ ASAS DANAYNE
 
Di berdewamê de Gundogar qala amûrên ku di bûrc û dîwarên sûrê de bi kar tîne û cihê bicihkirina bûrc û dîwarên sûrê jî kir û ev tişt gotin: “Di çêkirina bûrc û dîwarên sûrê de ber, qûm, qalekîm, têl û zemqê bi kar tînim. Berê tenê bi beran dixebitîm. Min bi traştinê reng dida beran û diniqirand. Ev yek jî gelek dema min digirt. Ji ber vê yekê min niha ji bo qezenckirina demê dest bi vê rêbazê kiriye. Berî ku bûrc û dîwarên sûrê bi cih bikim dê devera ku wan lê bi cih bikim ewil sererast bikim û ji bo bûrc û dîwaran bi betonê Asas çê bikim û paşê bûrc û dîwarên sûrê deynim ser vî asasî. 
 
FESÎH GUNDOGAR KÎ YE?
 
Di sala 1970’an de li gundê Cinêzor ê navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye. Piştî Erdheja Licê, di sala 1975’an de malbata wî ji Licê koçî navenda Amedê dike. Li pîşesaziya Amedê dibe temîrkerê otomobîlan. Di sala 1984’an de dema ku temîrkeriyê dike berên spî minareyek çêdike. Heta sala 1995’an jî gelek berhemên bi vê rengî çêdike. Di sala 1995’an de piştî ku maketa Kervansarayê çêdike, ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê kifşkirin û ji bo kar tê girtin. Heta niha bi seden berhemên dîrokî yên Amedê li keviran nexşandiye. Berhema wî ya herî balkêş û bi qîmet Maketa Sûrê ya ku bi kedeke mezin di 21 salan de qedandiye. 
 
MA / Kadrî Esen