Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin

  • rojane
  • 09:16 22 Cotmeh 2020
  • |
img
ÎZMÎR – Kesên nasnameya wan nediyar ala tirk bi avahiya HDP’ê ya navçeya Bûcayê ve daleqandin.
 
Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, kes ango kesên nasnameya wan nediyar flamaya li avahiya HDP’ê ya navçeya Bûcayê daleqandibû daxistin û li şûna wê ala tirk bi avahiyê ve daleqandin.  Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Nîhat Turk ku di saetên şevê de rewşê ji polisan hîn kir û çû avahiyê, dît ku deriye avahiyê girtî ye. Li ser vê yekê Turk çû Miduriyeta Emniyetê ya Navçeyê gilî kir. Li gel van hewldanên xwe jî Turk, hîn nekir ku çawa ala tirk li avahiya wan a qata sêyemîn hatiye daleqandin.