Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine

  • rojane
  • 20:33 21 Cotmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 68 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 13 kesên din jî bi şewbê ketine. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. 
 
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 68 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 13 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 513 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 353 hezar û 426.