Birayê din jî jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 17:07 21 Cotmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYA  - Kesê ku duh li navçeya Cindirêsê ya Efrînê panzerên TSK’ê wî û birayê wî eciqandibûn û birayê wî jiyana xwe ji dest dabû û ew jî birîndar rizgar bûbû, jiyana xwe ji dest da. 
 
Duh li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin kontrola hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye, panzereke Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 2 birayên hev ku bi bisiqlêtê tûr davetin eciqandibû. Li cihê bûyerê birayê bi navê Yaser Xelîl Abdo jiyana xwe ji dest dabû û kekê wî Rêzan Abdo (33) jî bi giranî birîndar bûbû. Hat hînbûn ku Abdo jî îro jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hat hînbûn ku her du bira ji gundê Kûrzêlê yê Cindirêsê ne.