ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2020'AN

img
* 6 sal berê di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girt û bi hezaran êzidî qetil kirin. Li dijî Êzidîyan fermana 74’an pêk anîn. Civaknasê Êzidî Azad Bariş, destnîşan kir ku Fermana 74'an ku 6 sal berê dest pê kiribû hêj didome û wiha got: "Em dibînin ku hêj Tirkiye bê navber Şengalê bombe dike. Ev nîşan dide ku dixwazin komkujiya nîvco mayî temam bikin." 
 
* Li herêma Mêrdîn di mehekê de 6 jinan "întîhar" kirin. Bi dehan jin jî bi tundiyê re rû bi rû man. Têkildarî întîharan û daxwaza betalkirina Peymana Îstanbulê nûnerên rêxistinên jinan ên li Mêrdînê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê întîhar, tacîz, tecawiz û tundî zêde dibe.
 
* Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne, piştî rapora ATK'ê li şûna bên berdan, dadgehê dîsa biryara berdewama girtina wan da û şand girtîgehê. Hempîşeyên Tîmtîk û Uysal, anîn ziman ku ji Tîmtîk û Unsal agahiyê nastînin û gotin: "Muvekkîlên me di bin rîskek mezin de dijîn." 
 
* Hevserokê Şaxa SES'ê ya Antalyayê Dr. Kaan Taşer, diyar kir ku piştî pêvajoya “asayîbûnê' dê di demsala payizê de şewba vîrûsê zêde bibe û wiha got: "Divê li dijî asayîbûna zêde, bi lez tedbîrên pewist bên girtin." 
 
* Li Dersimê, ekolojîst dê derbarê qirêjkirina Parqa Geliyê Mûnzûrê de daxuyaniyê bidin. (12.00) 
 
* Bi minasebeta salvegera komkujiya li dijî êzidiyan wê li Stenbol, Amed, navçeya Midyadê ya Merdînê û gelek navendên din daxuyanî bên dayîn. (15.00-18.00)