18 kesên din bi vîrûsa corona mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, encama 24 saetên dawî yên têkildarî şewba vîrûsa corona aşkere kir û diyar kir ku 987 kesên din bi şewbê ketine û 18 kes bi vîrûsê mirine. Lê daneyên ne fermî hêjmarê zêdetir nîşan didin.  
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, encama 24 saetên dawî yên têkildarî şewba vîrûsa corona aşkere kir û diyar kir ku 987 kesên din bi şewbê ketine û 18 kes bi vîrûsê mirine. Heta niha li Tirkiyeyê 232 hezar û 856 kes bi şewbê ketin û 5 hezar û 728 kes bi şewba vîrûsê mirin. Lê daneyên li dervê hikûmetê nîşan didin ku hêjmara kesên bi vîrûsê nexweş dikevin û dimirin qat bi qat zêdetir e.