60 rojnameger di Tîrmehê de hatin darizandin

img
ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Eskişehirê Utku Çakirozer, diyar kir ku di meha Tîrmehê de 60 rojnameger hatin darizandin û 2 rojnameger jî bi cezayê 22 sal û 3 mehan hatin cezakirin. 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Eskişehirê Utku Çakirozer, “Rapora Azadiya Çamemeniyê ya Meha Tîrmehê' aşkere kir. Li gorî raporê bi dehan rojnamegeran Cejna Qurbanê li girtîgehê pêşwazî kirin. Çakirozer, di raporê de anî ziman ku  60 rojnameger hatine darizandin û 2 rojnameger hatine cezakirin û 22 sal û 3 meh ceza li wan hatiye birîn, der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, 2 rojnameger hatine binçavkirin, 3 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû mane.
 
Utku Çakirozer, di raporê de da zanîn ku RTUK'ê di tîrmehê de li TELE 1 û Halk TV ji bo her yekê 5 rojan cezayê rawestandina weşanê birîye. Dîsa RTUK'ê ambargoya îlanê danîne ser rojnameyên Cumhuriyet, Bîrgun û Sozcu û cezayê 5 rojan ê îlanê li Evrenselê birîne. Dîsa ji ber 3 nûçeyên ku Rojnameya Cumhuriyetê weşandine 250 hezar doza tazminatê  li Cumhuriyetê vekirine. Li Dersimê û Stenbolê 3 rojnaemgerên nûçe şopandin bi êrîşan re rû bi rû man. 
 
Herî dawî Meclîsê li gel hemû îtîraza muxalefetê zagona têkildarî medya înternetê erê kir. malperên OdaTV û Sendika.org hatin astengkirin.