Rektorê ku wesayîta lüks a meqam xwest îstifa kir

img
 
SÊRT – Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Mûrat Erman ku wesayîta jê re hatibû terxankirin, bi van gotinan “Divêqê Fararî ye. Wesayîteke li her rektoriyê heye” parastibû, bi hinceta “pirsgirêkên tenduristiyê” îstifa kir. 
 
Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Mûrat Erman ku bi îhaleya ji bo kirîna wesayîta lüks a meqam hatibû rojevê û wesayîta jê re hatibû terxankirin, bi van gotinan “Divêqê Fararî ye. Wesayîteke li her rektoriyê heye” parastibû, îstifa kir. 
 
Zanîngeha Sêrtê, derbarê îstifakirina Erman daxuyaniyeke nivîskî da û angaşt kir ku rektör Erman ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îstifa kiriye. Tê payîn ku di rojên pêş de rektorek ji bo şûna Erman bê tayînkirin. 
 
ÎHALEYA KU BÛ ROJEV 
 
Erman, di sala 2018’an de ji bo wesayîta bi merqa Audi A6 îhale vekiribû û di şernameya îhaleyê de 30 daxwazan kiribû.