Bavê Unsal: Ma hûn dixwazin kurê min bikujin?

img
STENBOL - Bavê Parêzer Aytaç Unsalê ku ji bo darizandinek bi edalet ketiye rojiya mirinê, Nîhat Unsal, bang li Wezîrê Dadê kir û got: “Kesekî ku êdî bunya wî ranake, hûn desetûn nadin razê. Ma hûn dixwazin demek berî demekê wî bikujin?" 
 
Parêzer Aytaç Unsal ji bo mafê xwe yê "Darizandina bi edalet" 182 rojin di rojiya mirinê de ye. Li gel Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da jî Dadgehê daxwaza berdana Parêzer Aytaç Unsal red kir. Unsal bi zorê anîn Nexweşxaneya Kanuni Sultan Suleyman û niha li wir tê razandin. Bavê Parêzer Aytaç Unsal, Nihat Unsal, têkildarî rewşa kurê xwe li ser hesabê medya înternetê daxuyanî da. Nîhat Unsal, bang li Wezîrê Dadê kir û got: “Beriya niha ez bi refaqatvanê kurê xwe re axivîm. Li hucreyê lambaya sipî heta serê sibê pêxistî dihêlin. Kesekî ku êdî bunya wî ranake, hûn desetûn nadin razê. Ma hûn dixwazin demek berî demekê wî bikujin? #ADALETBAKANLIĞI”
 
Li gel Ebrû Tîmtîk jî 213 rojin bi heman armancê di rojiya mirinê de ye."