Rêveberekê DBP’ê hat binçavkirin 2019-06-17 11:01:54   AMED - Rêveberê Rêxistina DBP’yê Amedê Cemal Alkan, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.   Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) yê Amedê Cemal Alkan, di serdegirtina malê de  hat binçavkirin. Polîsan saet 03.00’yê şevê bi ser mala Alkan de girtin û deriyên mal û odeyan şikandin. Polîsan hinceta binçavkirinê aşkere nekirin û Alkan binçav kirin.     Hat diyar kirin ku polîsan Alkan birin Şaxa TEM’ê ya Amedê.