Şewata li Licê hate vemirandin 2025-08-08 15:45:33   AMED - Şewata li gundê Firdês ê Licê derketî hate kontrolkirin.     Li gundê Firdêsê yê navçeya Licê ya Amedê şewat derke. Bi belavbûna şewatê re xetere li ser axur û malên welatiyan çêbûn. Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Licê mudaxileyî şewatê kirin. Şewat hate kontrolkirin.    Li herêmê xebatên sarkirinê hatine destpêkirin.