ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN 2020-10-22 09:00:55 * Welatiyên ku polîtîkayên ewlehîparêz ên îqtidarê wekî "quşxaneya nekelî" û "betaliyê" pênase kirin, ji bo ddeklerasyona HDP'ê gotin ji bo wan tê wateya "kar û bar" û kelandina quşxaneya nekelî.  * Genel-Îş'ê  piştî ku tu titş ji hevdîtinên TÎS'ê yên bi şaredariyên Kartal û Kadikoyê re kirin derneket, karkeran biryara xwe yê grevê li avahiyên şaredariyan daliqandin.    * Di doza bertîldayînê ya Bendava Ilisûyê de dîmenên gelek karmendên ku gava bertîlê didin gundiyan bi dest ketin.    * Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku bêtevdîriyên der barê perwerdehiya rûbirû de didomin û got, bi vî awayî wê xwendekar ji perwerdehiyê dûr bikevin û wê hejmara zarokên bi darê zorê tên şixulandin jî zêde bibe.    * Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê ya Wanê Firat Dûrmaz, anî ziman ku hîn jî avahiyên 9 sal berê di erdhejê de texrîb bûne û xesar dîtine nehatine xerakirin û got: "Heger erdhejek çêbibe wê karesateke mezin rû bide."    * Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, tecrîda li ser civakê rengvedana tecrîda li ser Ocalan e û Serokê Şaxa ÎHD'ê Hakki Demîr jî got, di vî warî de CPT durûtiyê dike.    * Li Qersê sewlavnan heywanên xwe ji bo firotinê tînin bazarê, lê bêyî ku eks bikire tevî heywanên xwe vedigerin malê. Sewalvanan, diyar kir ku ev hem ji ber krîza aborî hem jî ji ber polîtîkayên şaş e.    * Osman Dokû anî ziman ku tu hêviya wan ji lêgerîna li nava Bendava Ûzûnçayirê tuneye û got: "Heger bi qasî ku li nav avê geriyan Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê, heya niha wê Gulîstan hatibûna dîtin."    *Li navçeya Basa ya Şirnexê, DEDAŞ'ê bi hinceta nedayîna fatûreyan av û ceyrana 7 gundan qut kir. Endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Erbey têkîldarî mijarê axivî û got: “Ger em van 7 gundan bifiroşin jî, gundî wê nikarin van fatûreyan bidin.”   * Danişîna doza 22 rojnamevanên li Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hatibû girtin dixebitîn û hatibûn binçavkirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna sêyemîn a doza Dozgîn Temo ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Rihayê girtî ne dê li Dadgeha Rihayê were lidarxistin. (11.00)   * Danişîna doza rojnamevan Sabîha Temîzkan dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (11.30)   * Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * Danişîna doza 20 welatiyên li Silopiya beşdarî daxuyaniya greva birçîbûnê bûbûn dê li Dadgeha Silopiya were lidarxistin. (09.00-12.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê têkildarî zemkirina avê li avahiya Şaxa SES'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (13.45)   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li gel jinên parlamenter dê li Meclîsê rapora binpêkirina mafan a li ser jinan hatiye amadekirin bi raya giştî re parve bike. (14.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi wesîleya salvegera 8'emîn a HDP'ê dê li Edeneyê beşdarî şahiya partiya xwe bibe. (17.00-21.00)