Meclîsa Jinan 'Rehbera Xweparastinê' amade kirin

  • jin
  • 15:45 29 Adar 2020
  • |
img
STENBOL - Meclîsên Jinan, li dijî talûkeya tundiya li malê "Rehbera Xweparastina ji Tundiyê ya ji bo jinan ên di dema korona de" amade kirin.
 
Meclîsên jinan ji bo jinên li malê metirsiya tundiyê li ser wan heye, "Rehbera Xweparastina ji Tundiyê ya ji bo jinan ên di dema korona de" amade kirin. Di rehberê de mijarên "Ji bo jinan wateya 'malan', ji bo jinan 'pandemiya vîrûsa koronayê çi ye?'", "Di rojên vîrûsa koronayê de plana rewşa lezgîn a ji bo jinan", "Di rojên vîrûsa koronayê de maf û pêşniyarên jinan û înfografîka 6284" cih digirin. Di rehberê de nûmareyên telefonê jî hatin dayin ku jin dema ku tundî li wan hate kirin karibin lê bigerin.