Platforma Yekîtiya Jinén Kurd: Ger hûn ji mirovahiyê hez dikin xwe biparêzin

  • jin
  • 11:42 28 Adar 2020
  • |
img

AMED - Platforma Yekîtiya Jinén Kurd, ji ber vîrûsa corona li her derê belav bûye, li ser rêya medya civakî bi nivîskî daxuyanî dan û bang li Gelê Kurdistanê kir ku her kes xwe biparêzin û ji malên xwe dernekevin. 

 
Platforma Yekîtiya Jinén Kurd, ji bo parastina li dijî vîrûsa corona bang li her kesî kir û xwest xwe biparêzin û ji malên xwe dernekevin. Platformê destnîşan kir ku ji ber vîrûs li her derê belav bûye ji bo parastinê bi rêya medya civakî daxuyanî didin. Platformê di daxuyaniyê de wiha got: Ji bo şewba koronayé  ku cihané belav buye wekî rewşa awarte ji ber vé nexweşiya koronayé  em bangî gelén Kurdîstanî dikin. Ger ku hûn ji xwe, malbata xwe, ji mirovahiyé hezdikin xwe biparezin. Ji mala xwe dernekevin. Malbat ú cîran dikaribin alikariya hev bikin ú li hev xwedî derkevin, moralé bidin hevdû. Heviya me eve ku van rojén teng bi tenduristî derbas bibin ú hevdû héztir hembéz  bikin. 
 
Wekî jinén kurd bangî hemú dînamikan u berpirsyarén dewleté dikin ku zindan nabin goristana mirovahiye ú cudahi nabe dualî. Em  Azadiyé dixwazin ji bo yén ku di zindanan dane.
 Em ji kesén ku bi şewba Korona ye ketine re şîfa ji kesén ku jiyana xwe ji dest dayî re rehmé ji malbatén wan re sebré  dixwazin.
 
Platforma Yekîtiya Jinén Kurd"