Jinên HDP’î li Colemêrgê civiyan

  • jin
  • 17:13 8 Kanûn 2019
  • |
img
COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Jinan a HDPê ya Colemêrgê di bernameya xwarinê de li hev kom bûn. 
 
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di bernameyek xwarinê de li hev kom bûn. Endamên Meclîsa Jinê, li avahiya HDP'ê ya Colemêrgê kom bûn. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Hevseroka HDP'a Bajar Sipan Turan, Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armuta qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên din amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Bajar Sipan Turan, ji ber amadekirina bernameyê û tevlêbûna bernameyê spasî kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî diyar kir ku bi salan e şer li herêmê didome û herî zêde jin dikevin bin bandora şer. Piştî axaftinan xwarin xwarin.