Civaknas Şedal: Krîza aborî şideta li ser jinê zêdetir dike

  • jin
  • 09:16 6 Kanûn 2019
  • |
img

WAN - Civaknas Neslîhan Şedal, şideta li ser jinê û komkujiya jinan nirxand û di vê mijarê de bal kişand ser rolên civakiyî û krîza aborî. Şedal, got: "Têgîna hêzê wekî amûra zext û zoriyê û kontrolkirinê tê biakranîn." 

 
Midûra Polîtîkaya Jina ya Şaredariya Qelqeliyê Civaknas Neslîhan Şedal, şideta li ser jinê û komkujiya jinan nirxand û di vê mijarê de bal kişand ser rolên civakiyî û krîza aborî.
 
Şedal, destnîşan kir ku li welat her roj jinek tê kuştin û bal kişand ser rolên civakiyî. Şedal, got: "Rola ku civak li jin û mêr bar dike; hêz ji aliyê mêr ve tê bikaranîn, jin jî ji aliyê mêr ve tê parastin. Têgîna hêzê wekî amûreke zext û zoriyê û kontrolkirinê tê bikaranîn. Yanî jin di weziyeta malê û deverên wekî malê de ye. Ev jî tê wateya sedema bilindkirina feraseta mêr. Gava rewş ev be, cinayet û întihar jî zêde dibin." 
 
'KRÎZA ABORÎ DIBE SEDEMA ZÊDEBÛNA ŞIDETÊ' 
 
Şedal, şideta li ser jinê wekî "êrîşeke polîtîk" nirxand û bal kişand ser krîza aborî ku dibe sedema zêdebûna şidetê. Şedal, got: "Ji ber krîza aborî, em dibînin ku cinayet û komkujiyên jina zêde dibin. Di rewşên wiha de herî zêde ên bi şidetê re rû bi rû dimînin û bêpar tên hiştin jî jin in. Rolekî wiha li jinê tê ferzkirin; bêparbûna ji îstihdam û aboriyê. Pergal, di warê aboriyê de jinê hedef digire, mêr şidetê zêde dike û cinayet pêk tên. Gava di vê pêvajoyê de em ser cinayetên jinan dikolin, diyar dibe ku mêr hincetên wiha nîşan dide; 'min nikaribû nan bîne malê, min nikaribû heqê fatûreyan bide, loma min hevjîna xwe kuşt.'" 
 
'SER ÎNTIHARAN TÊ GIRTIN' 
 
Şedal, diyar kir ku tevahiya komkujî û întiharên jinan di çapemeniyê de dernakevin û got: "Gava em li sedemên întiharê, sedemên ku jinê ber bi întiharê ve dibin dinerin, em dibînin ku hincetên pir cuda derdikevin holê. Lê belê pergal dixwaze ser van întiharan bigire. Me di hevdîtinên xwe yên bi malbatên întihar lê çêbûne de rewşên bi vî rengî tespît kirin; şideta nav malê, zewaca di temenên biçûk de, îstismar, taciz, tecawiz... Gava ji bo van întiharan hincet tên nîşandan dibêjin, 'derûniya wê nebaş bû, nexweş bû.' Bi vî awayî tê xwestin ser bûyerê bê girtin an jî wekî tiştekî normal be bê nîşandan." 
 
'PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYÎ HEYE' 
 
Şedal, destnîşan kir ku ji bo rê li ber komkujî, întihar û şideta li ser jinê bê girtin divê xebatine rêxistinbûyî ku ji aliyê saziyan ve tên organîzekirin bên kirin û got, her wiha divê saziyên ku jin bi rihetî karibin serî lê bidin hebin. Şedal, da zanîn ku qadên ku jin bi rihetî lê bihêwirin, bi rihetî karibin derdê xwe vebêjin û di warê edlî, hiqûqî û derûnî de destekê bigirin kêm in û got, gava baweriya jinan bi cihên heyî nayê, ji mecbûrî vedigern cihê ku şidet li wan tê kirin. Şedal, got: "Ji ber cihên ku pê bawer bûn hatin girtin, êdî nikare alîkariyê jî bigire. Gava rewş ev be, ber bi întiharê ve diçe an jî dibe qurbana cinayetekê. Gava jinên ji ber şidetê serî li me didin, em di sê hêlan de destekê didin wan. Xebatên di warê xurtkirina aboriya jinê, atolyeyên perwerdehî û lêkolînê, wekheviya zayendî ya civakiyî, têkoşîna li hemberî şidetê, pêwendiya di navbera malbatê hwd." 
 
Herî dawî Şedal, bal kişand ser girîngiya têkoşînê ya li hemberî şidetê. 
 
MA / Ayşe Surme