Di doza tacîza zayendî de de şahid hatin guhdarkirin

  • jin
  • 16:23 5 Kanûn 2019
ÎZMÎR - Danişîna doza darizandina A.T.A. yê li cihê kar tacîza zayendî li jineke xebatkar kir, hat dîtin. 
 
Yekemîn danişîna doza darizandina A.T.A. yê di Cotmeha 2019’an de li ofîsa avahîsaziyeke li Îzmîrê tacîza zayendî ya li xebatkara jin B.S.U. kir, hat dîtin. Danişîn li 48’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Îzmîrê hat dîtin. A.T.A. yê bi îdîaya “destdirêjiya rêk û pêk” tê darizandin, parêzerên wî, jina mexdûr B.S.U. û parêzerên wê di danişînê de amede bûn. 
 
Malbata B.S.U., hempişeyên wê, odeyên girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz ên Tirk (TMMOB) û rêxistinên jinan danişîn şopandin.
 
Piştî danasîna nanemeyê, danişînê dest pê kir. B.S.U. dest pê kê hat guhdarkirin. B.S.U. diyar kir ku di mehên hevînê yên sala 2018’an de li ser maseya berbankê ya kargehê rûniştinbûn û A.T.A. di wê navberê de dibin masê de bi telefonê wêne girtin û dengê kişandina wêne ya telefonê hat wê. B.S.U. anî ziman ku dûre vê rewşê xwe dûbere kir û li ser vê esasî derbarê A.T.A. gilî kiriye. 
 
ŞAHID HATIN GUHDARKIRIN 
 
Dûre şahid hatin guhdarkirin. Hemû şahidan jî bûyer pişt rast kirin û gotin: “A.T.A. gotiye ‘min xeta kiriye. Ez pişmanim.’”
 
Şandeya dadgehê piştî guhdarkirina şahidan danişîn taloqî 11’ê Sibata 2020’an kir. 
 
Parêzerê bersûc piştî danişînê, li ber salona dadgehê rawestiya û bi ser jinan de qîr kir û nîqaş derxist.  Jinan jî, bertek nîşanî wî dan û gotin ew  ê li dijî tacîzê piştevahiya xwe di her qadê de mezintir bikin.