Bi 40 lîreyî debara malbata xwe dike

  • jin
  • 09:18 5 Kanûn 2019
  • |
img

WAN - Vetha Tangaş ku li Taxa Şerefiyle ya Rêya Armûşê di firinekê de dixebite, rojê 200 nanî dipate. Rojê 40 lîre bi dest Tangaşê dikeve û bi vî pereyî debara malbata xwe dike. 

 
Vetha Tangaş a 50 salî li Taxa Şerefiyle ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di firinekê de dişoxule û rojê 200 nanî dipate. Tangaş, ji sibehê heta êvarî li ser piayey û rojê 40 lîre bi dest dikeve û bi vî pereyî debara malbata xwe dike. 
 
ROJÊ KÎSEK ARVAN DIQEDÎNIN 
 
Dayika 5 zarokan Tangaş, anî ziman ku hevjînê wê nexweş e û 2 kurê wê jî dikin nakin karek bi dest wan nakeve. Tangaş, diyar kir ku loma mecbûr maye bixebite û her wiha got, ew jî nexweş e. Tangaş, da zanîn ku tevî 2 hevalên xwe yê jin rojê kîsek arvan dikin hevîr û got: "Ji salekê zêdetir e ez vî karî dikim. Hevjînê min li erdê ye, 5 zarokên min hene. 3 jê zewicandî ne. 2 kurên min jî betal in. Ji bo kar digerin, lê dikin nakin karek bi destê wan nakeve. Rojê 40 lîre bi dest min dikeve û pê debara mala xwe dikim." 
 
Tangaş, diyar kir ku ji ber krîza aborî meaşê wan nayê zêdekirin û got: "Em kîsê arvan bi 110 lîreyî dikirin. Par bi 60 lîreyî bû. Hema bêje ji sedî sed biha bûye. Ji ber vê ne kargeh qezenc dike ne jî em. Heqê êzinganî heqê kirê, heqê havên hwd. Gava ev hemû jê bên derxistin, tiştek namîne. Niha em nan bi lîreyekê difiroşin. Gava em biha bikin wê mirov nikaribin bikirin. Îjar bi vê heqdestê em hewl didin dikana me bixebite û em jî li ser piyê xwe bin."