Surucu: DAIŞ ji nû ve zindî dibe

  • jin
  • 16:03 13 Cotmeh 2019
  • |
img
RIHA - Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu di civîna TJA’yê de axivî û bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Surucu, da zanîn ku DAIŞ ji nû ve zindî dibe. 
 
Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Rihayê, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di civînê de axivî û wiha got: “Di encama êrîşên AKP’ê yên li dijî Rojava de, DAIŞ ji nû ve zindî dibe. Gelên Rojava yên li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin bi rêve birin. Em êrîşên li ser wan qebûl nakin. Tirkiye ev heftiyeke êrîşî Rojava dike. Em van êrîşên AKP’ê şermezar dikin. Li Rojava yekitiya gelan hatiye avakirin. Ev gel li dijî DAIŞ’ê şer kirin û serkeftin bi dest xistin. Vî gelî gelek bedel dan û êşên mezin kişandin. Ger ev şer neyê rawestandin, wê cardin DAIŞ li Rojhilat ji nû ve zindî bibe.”