Jinên dinava şer de dijîn: Dixwazin me bitirsînin, lê em bajarê xwe terk nekin

  • jin
  • 09:51 12 Cotmeh 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Jinên, li Nisêbîna ku li ser xeta sînor ev 4 rojin jiyana xwe ya rojane dinava şerê dijwar de dewam dikin bertek nîşanî êrîş û operasyonê dan û gotin: “Ligel hemû tiştî em ê bajarê xwe terk nekin.” 

Piştî Tirkiyeyê di 9’ê Cotmehê de dest bi operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û şûn de ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dengê bombe û çekan qet kêm nabe. Li herêma ku li kêleka bajarê Qamişlo ye, dem bi dem pevçûnên dijwar rû didin. Ligel van hemûyan jî, jin û welatiyên herêm jiyana xwe ya rojane dewam dikin. Gelê bajêr ê bertek nîşanî operasyonê dan, diyar kirin ku ewê bajerê xwe terk nekin. 
 
'ME HER TIM GOT AŞTÎ’
 
Jina li bajêr dijî Meryem Turk a li kolanê nanê tenûrê dipijîne, diyar kir ku berî du rojan topa hewanê li nêzî wan ket û wiha axivî: “Ligel ku em şer naxwazin jî, em her tim rastî bêmafiyan tên. Em tenê aştiyê dixwazin. Ji derveyî aştiyê, me tiştek din nekiriye. Jin û zarok tên kuştin. Gelo zaroka 10 salî çi kiriye ku encama vî şerî dijî. Bi salan em dibin gule û bombeyan de jiyan. Em hizûrê dixwazin. Bila ev pevçûn bi dawî bibe.” 
 
'EM NEXWAZIN KES BIMIRE’
 
Şukriye Dogan jî, da zanîn ku ev 4 rojin dibin dengê gule û bombeyan de neçar dimînin ku razin û wiha bilêv kir: “Em naxwazin şer derkeve û mirov bimirin. Êdî bese. Nêzî 3 salan jiyana me di bin qedexeyê de derbas bû. Her roj tang û top bi ser me de barandin. Lê em nereviyan. Dayik mirinê naxwazin. Ev 4 rojin dilê me dişewite. Tu mafê wan nîne û vê yekê bînin serê me. Em naxwazin xwîna tu kesî/ê bi herike.” 
 
‘EM NATIRSIN’
 
Dogan, bertek nîşanî êrîşan dan û got: “Ligel hemû tiştî emê bajarê xwe terk nekin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê bajarê xwe terk nekin. Ew dixwazin me bitirsînin, ji ber vê tişta ji destê wan tê dikin. Lê em tu carî natirsin. Bi tiştên dikin, cesareta me zêdetir dibe. Bila hemû tiştî bavêjin. Bi wan dengan cesaeta me mezintir dibe. Em ê ne axa xwe û ne jî zarokên xwe dest wan de bernedin. Emê ji malên xwe dernekvin. Di dema qedexeya derketina derve de bi zorê me ji malên me derxistin. Me çav berî axa tu kesî ne daye. Em em ji wan zarokan hêjatirin?”