Jin ji bo Tugçe derketin kolanan

  • jin
  • 16:06 3 Cotmeh 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Jin ji bo kujerê Tugçe Baran bê darizandin û cezakirin, derketin kolanan û xwestin zagon bi awayekî çalak têkevin meriyetê. 

Di 30'ê tebaxê de Emre Kaya hevala xwe Tugçe Baran kuştibû û wekî qeza nîşan dabû. Têkildarî mijarê Rêxistinên Jinan li Qada Şîrînyer a Navçeya Buca ya Îzmirê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên Buca Evka-1, Piştevanî û Çandê ya Jinan (BEKEV), Veli-Der û Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Şaredariya Buca jî tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de dowîzên "Ji tundiya li dijî jinê re na" û "Ne çîçek em hurmetê dixwazin" rakirin. Li ser navê jinan Melike Aktan daxuyani da. 
 
Aktan, anî ziman ku qatilê Tugçe gotibû 'Qeza çêbû. Ez ji Tugçe hez dikim' û wiha got: "Me berê jî kuştinên ku wekî întîhar kiriye pir dîtin. Em teqez vê yekê bawer nakin. Divê teqez bê cezakirin. Aktan, Ji ber ku sazyên eleqeder gavên şênber navêjin, cînayetên jinan zêde dibin. Tişta dilêş ligel ku em gelek caran tînin ziman jî heta niha qasî misqalekê gav nehatiye avêtin."