'Divê ji bo Peymana Stenbolê gav bê avêtin'

  • jin
  • 09:07 15 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm têkildarî "Reforma Darazê" ku dê payîzê careke din bê nîqaşkirin axivî û ev tişt got: "Reforma rasteqîn sererastkirinên ku têkildarî pêkanîna Peymana Stenbolê bên kirinin." 

"Stratejiya Reforma Darazê" ku dema 2019-2023 dihewîne nav xwe û bi vîzyona 'Pergala adaletê ya gihîştbar û baweriyê dide' hat aşkerakirin, hefteyên borî ji nîqaşê re hatibû vekirin. Lê ji ber ku Meclis ket betlanê, hat ragihandin ku ji payîzê re hatiye hiştin. Dema ku Meclis vebe dê ev mijar bibe xala yekemîn a rojeva Meclisê. Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Fîdan Ataselîm têkildarî "Reforma Darazê" nirxand û diyar kir ku dê bibin şopînerên her tiştên ku tundiya li ser jinê, tacîz û tecavuzê di nav xwe de dihewîne.  
 
'QALA REFOREKE ÇAWA TÊ KIRIN'
 
Ataselîm diyar ki ku her çiqas bê vegotin ku di reforma darazê de gelek xalên azadîxwaz cih bigirin jî ev nayê wê wateyê ku ev reformeke rasteqîn e û wiha got: "Di vê pergala adaletê ku ewqas zilam têde tên parastin de divê baweriya parastina jinan bê dayîn. Zilam tên parastin, ji ber ku qrewatê dikin sutiyê xwe û dibêjin ew poşman in, cezayê wan tê daxistin. Li gel ku ev yek di qanûnê de nayê gotin jî ev yek tê kirin. Em îro di çi demê de ne û qala reformeke darazê ya çawa tê kirin? Li aliyekî dibêjin em reforman û nûkirinan tînin û li aliyekî jî mafê debarê yê ku jinê bi dest xistiye nîqaş dikin."
 
'GELEK BAR DIKEVE SER MILÊ DARAZÊ'
 
Di berdewamê de Ataselîm anî ziman ku cih negirtina sererastkirina têkildarî debarê ya di reforma darazê de erêniye û wiha pê de çû: "Ev bi saya têkoşîna jinan têde cih negirt. Lê ev nayê wê wateyê ku dê têde cih negire. Navbeykarî di reforma darazê de cih digire. Ev gelek talûke ye. Li aliyekî dibêjin di tundiya li dijîm jinê de 'navbeykarî' nabe û li aliyê din jî tînin 'navbeykariyê' tînin rojevê û di reforma darazê de bi cih dikin. Li Tirkiyeyê ji ber ku derbarê jiyana xwe de biryar didin jin tên qetilkirin. Di vê rewşê de divê jin bên parastin û qanûna hejmara 6284 bi awayekî bi bandor bê pêkanîn. Di vê mijarê de gelek bar dikeve ser milê darazê. Heke qala reformê bê kirin divê ji bo jinan ev mijar baş bên nirxandin û derbarê vê yekê sererastkirineke ku gelek cezayan bihewîne nav xwe bê kirin. Lê mixabin têkildarî vê mijarê tu tiştek di reforma darazê de tuneye." 
 
'DIVÊ PEYMANA STENBOLÊ PÊK BÊ'
 
Ateselîm destnîşan kir ku tişta ku jinan biparêze pêkanîna Peymana Stenbolê ye û ev tişt anî ziman: "Heke qala reformekê bê kirin divê Tirkiye ku di nav welatên destpêkê ku vê peymanê mor kirin de cih digire, gav bavêje. Tirkiye wek yek ji welatên destpêkê di sala 2011'an de vê peymanê mor û qebûl kir. Ji ber vê yekê jî timik peznê xwe dida. Ji ber vê morkirinê di sala 2011'an de di asta herî kêm de jin hatin qetilkirin. Lê salên pişt re ji ber ku qanûna hejmara 6284'an û Peymana Stenbolê pêk nehatin cînayetên jinan careke din zêde bûn. Divê bi tevahî Peymana Stenbolê bê pêkanîn. Em ê li dijî paketa ku dijminahiya jinan bike û jinan bavêje plana duyemîn bin. Em ê debarê û navbeynkariyê bişopînin. Em ê binîn ku rayedarên vî welatî li aliyê jiyandina jinan e yan li aliyê kuştina jinan e. 
 
MA / Sadiye Eser