Taşdemîr: Peyamên Ocalan kir ku her kes ji nûve bifikire

  • jin
  • 09:07 7 Tebax 2019
  • |
img
AMED – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr da zanîn ku di esasê xwe armanca kapmanya TJA’yê guherandina zilam e. Taşdemîr got peyamên Ocalan kirin ku her kes ji nûve bifikire. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanya “Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser pêya” da destpêkirin. TJA bi vê kampanyayê dixwaze balê bikişîne ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, kampanyayê û tecrîdkirina Ocalan nirxand. 
 
‘POLÎTÎKAYA AKP’Ê NEGUHERIYE’ 
 
Taşdemîr da zanîn ku 17 sal in polîtîkaya AKP’ê ya derbarê jinan de neguheriye û li her cihê feraseta AKP’ê lê hatiye bicihkirin li wan deveran vîna jinê nayê naskirin. Taşdemîr got siyaseta AKP’ê ya ku dijminahiya jinan dike ev siyaset di nava civakê de feraseta serdestiya baviksalarî jî xwedî dike. Taşdemîr diyar kir ku AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên qirkirina jinan li pêşiya têkoşîna jinan bû asteng û setek daye avakirin. 
 
‘TIŞTÊN DIQEWIMIN GIHÎŞTINE ASTA HOVÎTİYÊ’ 
 
Taşdemîr da zanîn ku qirkirina jinan û zarokan û talankirina xwezayê bi xwe re pûçkirina civakê jî tîne û got: “Ji kuştina jinan bigire heta talankirina xwezayê û şerê dijwar, êdî gihîştiye asta wahşetê. Tiştên diqewmin divê wek şidetek ji rêzê neyê dîtin û wek hovîtiyek mezin were pênasekirin. Her roja ku diçe hovîtiya li dijî jinan û civakê û hemû qadên jiyanê dijwartir dibe û zêde dibe. Bi pergala faşîzmê tê xwestin jin û ciwanan li gorî xwe teşe bikin.”
 
‘ARMANC EW E KU ZILAMAN BIGUHERÎNIN Û VEGUHERÎNIN’ 
 
Taşdemîr anî ziman ku kampanyaya TJA’yê tenê ne li Kurdistanê rastî eleqeyê tê li Tirkiyeyê jî rastî eleqeyek mezin tê û wiha domand: “Wê ev kampanya li Kurdistan û Tirkiyeyê heta dawiya salê dewam bike. Ev kampanya carek din jinan vedixwîne sefên têkoşînê û rêxistinkirinê. Armanca vê ya kampanyayê ya mezin ew e ku zilaman biguherîne û veguherîne.”
 
‘PEYAMÊN OCALAN KIR KU CAREK DIN HER KES BIFIKIRE’ 
 
Taşdemîr bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê di hevdîtina xwe ya dawî de balê dikişîne ser zarokên bûk û şideta li dijî jinan û got: “Faşîzmek kûr pêk tê. Di vê serdema kûr a faşîzmê de birêz Ocalan pirsgirêk ango şideta li dijî jinan wek pirsgirêka civakî dibîne. Vê meseleyê wisa dinirxîne. Vê pirsgirêkê wek meseleya demokrasiyê dibîne. Birêz Ocalan carek din bi peyamên bi rêya hevdîtinê şandin kir ku her her kes bifikire. Birêz Ocalan carek din nîşan da ku pirsgirêka jinan pirsgirêkek civakî ye. Bi rastî jî peyam û nêrînên Birêz Ocalan hêz dide jinan. Jixwe birêz Ocalan têkoşîna xwe wek têkoşîna jinan pênase dike. Li aliyekî li Kurdistanê pirsgirêkên mezin diqewimin li aliyê din jî êrîşên Tirkiyeyê hene. Her çiqas niha hevdîtin pêk nayên jî lê peyamên birêz Ocalan hêz da rêxistinbûyîna me.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel