TJA: Bila Nesrîn Sotoudeh bê berdan

  • jin
  • 12:59 15 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - TJA'yê têkildarî Nesrîn Sotoudeh ku li Îranê hat girtin û 38 cezayê girtîgehê lê hat birîn daxuyaniyek da û daxwaz kir ku Sotoudeh bê berdan. 

 
Tevgea Jinên Azad (TJA) derbarê Nesrîn Sotoudeh ku li Îranê hat girtin û 38 cezayê girtîgehê lê hat birîn de daxuyaniyek da. TJA'yê diyar kir ku jin bi sedan salan e li hemberî tundî, êrîş û sazîbûna zihniyeta zilam têdikoşin wiha got: "Îran ku yek ji welatê ku bîrdoziya zilam xwe lê bi sazî kiriye; netewe û olê îstîsmar dike û bi polîtîkayên zayendperst li civak û jinê tundî dike.  Jinên ku li virê li hemberî vê pergalê serî radikin û doza azadiyê dimeşînin bi cezayên herî giran tên mehkûmkirin. Ji ber ku jinên li dijî sergirtinê derdikevin û siyasetmedarên muxalîf dipareze, cezayê 148 qamçî û 38 cezayê girtîgehê li parêzer û parastvana mafê mirovan Nesrîn Sotoude hat birîn. Em weke TJA li tekoşîşna hemû jinên ku li Rojhilata Navîn li dijî tundî û êrîşên zihniyeta zilam dertên xwedî derdikevin. Em piştgirî didin kampanya îmzeyan  ‘change.org’ ku ji bo Nesrin Sotoudeh hatiye destpêkirin û daxwaz dikin ku herkes piştgirî bide kampanyayê. Nesrîn divê bi awayekî lez bê berdan."