Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe

  • jin
  • 16:23 20 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di çarçoveya çalakiya “Em xwe diparêzin" de axivî û got: “Jin bi felsefeya birêz Ocalan şiyar bûne. Heke pêdiviya erdnîgariyek bi aştiyê hebe wê demê divê mîmarê wê azad bibe.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya xwe “Em xwe diparêzin” de bi sernavê “Jin tecrîdê nîqaş dikin” çalakiya kursiyê serbest li dar xist. Çalakî li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Rezana Amedê pêk hat. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û aktîvîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya kursiyê serbest de jinan ji bo qûrbaniyên têkoşîna azadî û demokrasiye rêz girtin. Pişt re sînevîzyona qala tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya kurd dikir hat nîşandan.
 
Bi dû nîşandana sînevziyonê re jin li ser kursiyê serbest axivîn û jinan li ser tecrîdkirina Ocalan û ev tecrîd ji bo jinan tê çi wateyê nîqaş kirin û rêbaza şikandina tecrîdê axivîn.
 
‘DIVÊ ÊDÎ MÎMARÊ AŞTIYA VÊ ERDNÎGARIYÊ AZAD BIBE’
 
Piştî nîqaşan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku di 40 salên dawî de jinên kurd şoreşek pêk anîne û wiha got: “Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan e. Tevî tecrîda li Îmraliyê birêz Ocalan di cihek biçûk de jî fikr û raman hilberand. Felsefeya Ocalan tenê ne bi Kurdistanê re sînorkirî ye. Em jin bi vê felsefeye şiyar bûn. Ocalan tevî tecrîdê jî li ber tecrîdê radibe û li ber xwe dide. Dibêje ‘wê qet nikaribin zîhna min teslîm bigirin.’ Em ji şarê Amedê vê berxwedana 22 salan silav dikin. Em soza belavkirina Ocalan li tevahiya dinyayê bikin didin. Niha ji bo azadiya Ocalan pêngavek hat destpêkirin. Pêwîste êdî Ocalan azad bibe. Heke pêdiviya erdnîgariyê bi aştiyek rûmet hebe, wê demê pêwîste mîmarê wê aştiyê azad bibe.”