Başaran: Em seferberiya xweparastinê û rêxistinkirinê didin destpêkirin

  • jin
  • 09:05 19 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li ser jinan êrişên ji navendek têbirêvebirin hene û ew ê di serdema pêşiya xwe de li ber van êrişan seferberiya xweparastin, rêxinkirin û berxwedanê bidin destpêkirin. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êriş û komkujiyên li ser jinan ku li Tirkiyê zêde dibin li Stenbolê civiya û pêkhateyên Meclîsê li ser êriş û komkujiyan niqaş kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li ser êriş, tundî û kuştinan jinan ji ajansa me re axivî. 
 
‘DOZA KADÎR ŞEKER Û MÛSA ORHAN HER TIŞTÎ RAVE DIKE’ 
 
Başaran bal kişand ser du dozên girîng a ku Kadîr Şeker jinek ji tundiyê rizgar tê darizandin û çawişê pispor Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedemê kuştina wê û wiha got: “Ev her du doz pergala edaleta Tirkiyê baş rave dikin û radixin ber çavan. Em jinên ku xwe parastin e û girtîne û bi cezayên heta hetayê re tên darizandin li van dozan zêde bikin. Tu dibînî dijminatiya jinan her tiştî vedibêje. Di esasê xwe de ev tablo pergala daraza Tirkiyê çiqas dijminê jinan e dide nîşandan. Ev jî nîşaneya zîniyeta serdest a zilam e. Daraza Tirkiyê tu demê cih li cem jinan negirtiye. Berevajî vê her tim jinan sûcdar kiriye. Her tim zilaman parastiye.” 
 
Başaran bal kişand ser polîtîkaya dest dirêjiyê ya bi taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê tê birêvebirin û got: “Li bajarên bakurê Kurdistanê desdirêjî her tim bûye amûrek sereke ya şer. Ji salên 90’î heta roja me ya îro ev polîtîka berdewam in. Bi vê polîtîkaya destdirêjiyê di şexsê jinên kurd de dixwazin civakê teslîm bigirin. Ev polîtîka vê dide nîşandan. Li pey van bûyerên destdirêjiyê ku wek konpseptê ne dewlet û siyaset heye.” 
 
‘SEDEM EW E KU ZÎHNIYETA SERDEST JI JINAN DITIRSE’ 
 
Başaran bal kişand ser sedema bingehîn a ku êrişên li ser jinan zêde dikin û got: “Pergal dixwaze rejîmekê ava bike. Jinan li pêşiya xwe wek barîkatê dibîne. Çimkî hêza herî xurt a li ber sazîbûna faşîzmê radibe jin in. Loma jî jinan dike hedef. Meseleya Peymana Stenbolê jî vê yekê dide nîşandan. Jin hem pêşî lê digirin hem jî xeta berxwedanê dihûnînin. Îqtîdar dixwaze wê barikata li pêşiya xwe rake. Jin jî li dijî êrişan serî radikin û li dij derdikeve. Jin li her qadê mekanîzmaya xweparastinê li pêş dixin û dixin meriyetê. Ji ber vê yekê îqtîdar jinan wek talûke dibîne. Çimkî tişta ku wê jê encamê bigire ne êrişa fizîkî ye, êrişên îdeolojîk in.” 
 
‘ÊRIŞÊN LI SER JINAN QIRKIRIN E’ 
 
Başaran destnîşan kir ku tenê ne li Kurdistan û Tirkiyê li her deverê dinyayê tişta ku tê serê jinan “qirkirin e” û wiha got: “Her cûre êrişên ku pêşî lê nayê girtin û tên rewakirin qirkirin e. Em ji ber nasnameya xwe ya jinê tên qetilkirin. Heke ku di mehekê de bi dehan jin werin qetilkirin, ev yek qirkirinek e. Ji bo em bêjin qirkirin ne ew e ku bi sedean jin werin qetilkirin. Em di serdemên şer de jî bi heman tabloyê re rûbirû dimînin. Ev komkujî bi sîstematîk û zanebûn tên kirin. Sedema jinên tên qetilkirin jî bi piranî gumanbarî ye û aqûbeta wan nayê zanîn e. Dewlet ji ber pêşî li kuştinan nagire û darizandin û lêpirsînên bi çalak û bandor nake, ev yek dibe sedema hin bêtir jin werin qetilkirin.” 
 
‘DIVÊ JIN BÊTIR TÊBIKOŞIN’ 
 
Başaran anî ziman ku êrişên li navendek tên birêvebirin lê piraliyê wê hene û got: “Li ber van êrişan rabûn û li ber xwe dan gelek girîng e. Me kategorize dikin û dixwazin têkoşîna me dabeş bikin. Helbet li ber ewqas êriş rabûn têkoşîna heyî têr nake. Heke faşîzm dixwaze xwe li ser pêya bigire, heke serdestiya zilam ewqas dixwaze xwe bilind bike, heke her roj jinek tê kuştin, nexwê em di asta dixwazin de nîn in. Divê jin bêtir hevkariyê bikin û bi hev re têbikoşin.” 
 
‘DI ROJEVA ME DE TECRÎD HEYE’ 
 
Başaran da zanîn ku di rojeva Meclîsa Jinan a HDP’ê de tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî heye û got: “Di şexsê Ocalan de dixwazin jinan tecrîd bikin. Hem ji bo şikandina tecrîdê û hem jî ji bo azadkirina Ocalan bernameya têkoşîna me heye.” 
 
‘EM Ê SEFERBERIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’ 
 
Başaran destnîşan kir ku ji bo ew li ber êriş, tundî û qetilkirina jinan rabin palnsaziyan kirine û got: “Me êrişên li ser jinan gengeşe kir û em li ser vê rewşê em dikarin çi bikin rawestiyan. Heke faşîzm û zîhniyeta zilam wek blokekê derdikeve pêşiya me em divê em jî wek jinan blokek bi hêz bi rêxistin bikin. Niha me û rêxistinên jinan qadên li serê hevpar bûne hene. Em li ser wê ev yek çawa dakeve kolanan sekinînin û gengeşe kir. Em bêtir li ser rêxistinbûyînê gengeşe dikin. Gengeşeyên me didomin. Hêj bernameyek me zelal bûye nîne. Rojeva me sereke ew e kul i dijî êrişan em xwebiparêz in, bi rêxistin bikin û hin bêtir têbikoşin û li ber xwe bidin. Her wiha em plansaziya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan zelal dikin. Em ê azadî û demokrasiyê bi rêxistin bikin. Em xeta vê têkoşînê bi rêxistin dikin. Em xwe digihînin her jinê û her malê û rêxistinkirina xwe berfireh dikin. Em ji bo serdema pêşiya xwe nexşerêyek derdixin. Wê ev nexşerê bibe têkoşîn û berxwedan. Em ê li her deverê seferberiya hûnandina têkoşîn û rêxistinkirinê bidin destpêkirin.” 
 
MA / Semra Tûran - Mehmet Aslan