Piştevaniya Morê atolyeya xweparastinê li dar dixe

  • jin
  • 09:00 1 Tebax 2020
  • |
img
 
ÎZMÎR - Piştevaniya Morê, di 'ê Tebaxê de wê ji bo rojekê atolyeya xweparastinê li dar bixe. Endama Piştevaniya Morê Buşra Yeşîlbaş, destnîşan kir ku divê jiyan bi her awayî bê parastin ü got: "Em ê nehêlin pergala mêrî têkoşîna me têk bişikîne." 
 
Piştevaniya Morê di 5'ê Tebaxê de wê ji bo rojekê atolyeya xweparastinê li dar bixe. Endama Piştevaniya Morê Buşra Yeşîlbaş, destnîşan kir ku divê jiyan bi her awayî bê parastin ü got: "Em ê nehêlin pergala mêrî têkoşîna me têk bişikîne." 
 
‘PARASTINA JIYANÊ' 
 
Yeşîlbaş, destnîşan kir ku parastina jinê ya ji bo jiyanê, divê wekî parastina rewa bê dîtin û bê ceza bimîne. Yeşîlbaş, bilêv kir ku li dijî şidetê û serdestiya zilaman rêya dawî ya bêhnstendinê ya jinan xweparastin e û got: "Xweparastin, tenê ne xweparastina li dijî şidetê ye. Bi her awayî parastina jinê ye. Gava em dibêjin 'xweparastin', divê rasterast rêbaza têkoşînê ya çekdarî an jî ya lêdanê neyê bîra me. Xweparastin, dihêle ku jin bi rihetî li kuçe û kolanan bigere û rêyên piştevaniyê yên ya bi ceribandinên fizîkî mezin dike." 
 
‘ÇEKA HERÎ GIRÎNG RÊXISTINBÛYÎN E' 
 
Yeşîlbaş, destnîşan kir ku rêyên parastinê yên jinê sînordar in û got: "Di xweparastinê de çeka herî girîng rêxistinbûyîn e. Ji bo jinan rêya herî pêbawer û hêzdar rêxistinbûyîn û hatine cem hev û dijrabûna li dijî serdestiya zilêm e." 
 
Yeşîlbaş, ji bo atolyeya ku dê li dar bixin jî diyar kir ku dê di 5'ê Tebaxê de ji bo rojekê atolyeya xweraparastinê li dar bixin û got: "Em ê bi komên 10 kesî re bikin. Kontejana me 30 kes e. Wê atolyeya me li ser asasên hereketên wxeparastina sereke be. Feraseta zilam, dixwaze bi binçavkirin û êrîşan me bitepisîne. Lê em ê nehêlin pergala serdest a mêrî têkoşîna me têk bişikîne. Em ê tim û tim li kuçe û kolanan bin." 
 
‘EM NATIRSIN' 
 
Yeşîlbaş got: "Jin, li her derî bi şidetê re rû bi rû dimînin. Nexasim jî li malê. Em dixwazin jinên dengê wan nayên bihîstin bêtir di nava têkoşînê de cih bigirin. Loma em xebatên li atxan dikin. Em hewl didin bibin dengê jinên ku bêdeng in. Em mal bi mal digerin û girîngiya qanûna 6284'an vedibêjin. Em ê bêdeng nemînin. Em natirsin., em îtaat nakin."