'Bi rakirina Peymana Îstanbul dixwazin motîfên ol ferz bikin'

  • jin
  • 10:27 31 Tîrmeh 2020
  • |
img
DERSÎM - Endama Komîsyona Jinan a Baroya Dersîmê Parêzer Fatma Kalsen, anî ziman ku bi daxwaza vekişîna Peymana Îstanbulê armanc dikin ku "Hiqûqa şerîatê" têxin meriyetê û wiha got: "Divê jin li dijî vê yekê bibin yek. 
 
Bertek û nerazibûnên li dijî daxwaza hikûmetê ya betalkirina Peymana Îstanbul didomin. Endama Komîsyona Jinan a Baroya Dersîmê Parêzer Fatma Kalsen, anî ziman ku ne pêkan e vê peymanê paşve vekişînin û wiha got: "Eger vê peymanê paşve vekişînin dê encamên pir talûke derkevin holê. Eger vê peymanê vekişînin dê tawîzan bidin feraseta mêr. Dê êdî tu kes nikaribe rê li pêş kuştin, tacîz û tecawizê bigirin. Sedema kuştina jinan û destdirêjiya zarokan polîtîkayên ku sucdar bê ceza dihêle ye. Di lêpirsînê de faîl ji ber "Halê baş" cezayê wî kêm dikin û bi şertê kontrola edlî wî serbest berdidin. Ev dibe ku faîl sûcên din bike.
 
BERDANA FAÎLAN NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Parêzer Fatma Kalsen, tacîza li Êlihê li dijî jina ciwan jî bibîr xist û wiha got: "Li Êlihê Çawîşê Pîspor bi rojan jinek ciwan dîl girt û tecawiz kir. Pişte faîl hat berdan. Berdana faîlê sûcdar nayê qebûlkirin. Berdana faîlan mirovan dixe nava fikaran. Ev nîşan dide ku karê me zortir e. Zagonan kêm dixin meriyetê. Divê zagonan bê kêmasî têxin meriyetê. Ji ber Wezaretên Berpirsiyarê Malbatan erka xwe û rola xwe baş pêk nîne ev bûyer zêde dibin. Ji ber polîtîkayên hikûmetê û daxuyaniyên rayedar û wezîran ên jinê tune dihesibînin, bersûc hêz û wêrekiyê ji van gotinan distînin û sûc dikin." 
 
‘DIXWAZE JIYEK MOTÎFÊN OLÎ LI SER CIVAKÊ FERZ BIKE' 
 
Parêzer Kalsen, destnîşan kir ku hikûmet bi daxwaza betalkirina Peymana Îstanbulê peyama ferzkirina "hiqûqa şeriatê" dide û wiha bi dawî kir: "Ev hewldan pir cîddî û talûke ne. Ev model tenê bi Tirkiye ne bi sînor e. Yekel welatê ku îmze avêt bin Peymana Îstanbul Tirkiye ye. Di encama têkoşîna jinan a demdirêj de Tirkiye ev peyman îmze kir. Bi rakirina vê peymanê tenê dê maf û destkeftiyên jinan ji destê wan negirin. Dê bixwazin civakê jî li gorî xwe terbiye bikin. Bi vê yekê dê herî zêde jin û zarok mexdûr bibin. Dê gelek mafê jin û zarokan ên çandî, civakî û siyasî ji destê wan bên girtin. Divê jin li dijî vê yekê bêtir têkoşînê xurt bikin û bibin yek."  
 
MA / Ayşe Surme