‘Devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî derçaxî ye'

  • jin
  • 09:01 31 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL - Jinan anî ziman ku feraseta erkî hebûna jinan wekî tehdîtekê dibîne û gotin, devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî dereçaxî ye.
 
AKP, dixwaze dev ji Peymana Stenbolê berde ku di sala 2011'an de îmze kiribû û di sala 2014'an de ketibû meriyetê. Lê belê li dijî vê hewldanê jî her diçe bertekên jinan zêdetir dibin. Jinan anî ziman u ev yek tê wateya êrîşa li ser nasnameya wan û kuştina jina. 
 
Merve Aydemîr, diyar kir ku êrîşên li ser nasnameya jina û kuştina jinan ji ber newekehviya zayendî ye û bi tundî bertek nîşanî hewldanên ji bo desteserkirina destkeftiyên jinan da. Aydemîrê bilêv kir ku jin li dijî êrîşan bûne yek û dadikevin qadan û got: "Em ê nehêlin Peymana Stenbolê bê betalkirin. Ev Peyman, divêtiyeke şaristaniyê, neweheviya mirov e. Li hember tiştên heya niah qewimîne, nepêkanîna mueyîdeyekê jî sûc e. Heger li hember kesên jinan dikujin an jî şidetê dikin mueyideyek pêk bihata, me yê îro li ser van tiştan xeber neda." 
 
'TIŞTEKÎ DEREÇAXÎ YE'
 
Aydemîr, destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye dewleta şidetê û got: "Lê cardin jî jin terka qadê nakin. Her diçe mezintir dibin. Em dixwazin bi rihetî bigerin, der barê jiyana xwe d exwe bi xwe biryaran bigirin. Devjêberdana Peymana Stenbolê: Ez dixwazim jin bi şidetê re rû bi rû bimînin, jin bên kuştin. Û ez ê pêşî li ber vê negirim. Peyman, peymaneke mirovane, peymaneke li ser asasê azadiya jinê ye. Neqebûlkirina vê tiştekî dereçaxî ye. Nêrîneke muhafizekarî ye. Em dixwazin jin û mêr wekhev bin. Peyman pûxteya vê yekê ye." 
 
‘KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E' 
 
Gokçe Yilmaz, anî ziman ku jin nikarin sûdê ji mafê welatîbûnê jî bigirin û got, peymana ku niha tê xwestsin ji hoê bê rakirin, pêşî li kuştina jinan û şidetê digire. Yilmaz, diyar kir ku vekişîna ji peymanê tê wateya parastina kiryaran û got: "Loma kuştina jinan jî polîtîk e. Em naxwazin yek ji me jî kêm bibe." 
 
‘HEBÛNA JINA JÎ TEHDÎT E' 
 
Medya Ozcan jî diyar kir ku jin bi awayekî sîstematîk tên kuştin û cinayet jî vediguherin komkujiyekê. Ozcan, bilêv kir ku ev yek jî polîtîk e û got, mafê jiyanê yê jinan ji dest tê girtin. Ozcan, anî ziman ku aniha rewş hatiye asteke wisa ku hebûna jinan bixwe jî wekî tehdît tê dîtin û got, lê belê ew dixwazin bijîn. Ozcan, ji bo peymanê û betalkirina wê jî got, wê şideta û nefreta li dijî jinan zêdetir bike. 
 
‘MA GERE EM HEMÛ BIMIRIN?' 
 
Îrem Dogan jî fikarên xwe yên der barê daxyaniyên ji bo devjberdana peymanê de anîn ziman û got: "Êdî ditirsim li di kuçeyê de bimeşim. Wekî her jinê ez jî tirsa parastinê li min jî peyda bûye. Feraseta erkî, ji ber ku li hemberî xwe jina xurt û zana naxwaze, wê dikuje. Kiryarên ku  jin kuştine, heya niha xweşikî nehatine cezakirin. Ji bo pêşî li ber van omkujiyan bê girtin ma gere jin giş bên kuştin? Armanca wan ev e." 
 
Ayşe Fîlîz Oney jî destnîşan kir ku sedema zêdebûna şideta li ser jinê polîtîkayên bêcezatiyê ye û got: "Tirkiye, di warê kuştina jinan de û bûye bazara kuştinê. Her ku dibînim, her ku dibihîsim diqehirim. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, divê Meclîs tiştekî bike. Rayedar, bila nehêlin Peymana Stenbolê bê rakirin, bila pêşî li ber kuştina jinan bigirin. Ma çî vî welatî rast e ku qanûnê wê jî rat bên kirin. Êdî em kuştina jinan hew tehamûl dikin." 
 
MA / Semra Tûran - Îdrîs Sayilgan