Ji dayika Yabaşkûl a hatibû qetilkirin berteka Peymana Stenbolê

  • jin
  • 09:03 30 Tîrmeh 2020
  • |
img
ÎZMÎR – Dayika Buşra Yabaşkûl ku beriya demekê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin Zûhal Înce, derbarê Peymana Stenbolê de ev tişt got: “Di demeke ku em li benda edaletê ne ew dixwazin peymanê rakin. Tê xwestin ku jin bê parastin bimînin.”
 
Niqaşên derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê ku bi armanca pêşîlêgirtina qetilkirina jinan hatibû îmzekirin, didomin. Di serî de rêxistinên jinan beşeke mezin a civakê li dijî vekişandina ji peymanê dertên û bertek nîşanî daxuyaniyên ji bo vekişandinê didin. Vekişandina peymanê ji aliyê xizmê jinên ku ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin ve jî bi bertek tê pêşwazîkirin. 
 
‘DIXWAZIN JINAN BÊ PARASTIN BÊHILIN’
 
Dayika Buşra Yabaşkûl ku destpêka salê li navçeya Bûca ya Îzmîrê ji alkiyê hevjînê xwe Orkûn Çevîk ve hatibû qetilkirin Zûhal Înce derbarê Peymana Stenbolê axivî û bertek nîşanî vekişandina ji peymanê da. Dayik Înce, diyar kir ku hemû malbatên jinên ku hatine qetilkirin li benda edaletê ne û wiha got: “Di demeke ku em li benda edaletê ne ew dixwazin peymanê rakin. Tê xwestin ku jin bê hêz û parastin bimînin. Em ê ji bo pêkanîna qanûnên ku pêşî li kuştina zarok û jinan digirin têbikoşin.”
 
‘JI BO BUŞRA EDALET’
 
Di berdewamê de Înce, qala daneşîna derbarê kuştina Yabaşkûl de ku di 21’ê tîrmehê de hatibû dîtin jî kir û ev tişt anî ziman: “Di daneşînê Orkûn, got, ‘Ez neaxivim. Tenê tiştê ku heq dikim dijîm’. Min çi heq kiribû, keça wî Denîz çi heq kiribû? Em dixwazim ku ji bo her tiştê ku bi me da jiyîn bê cezakirin. Endamen dadgehê divê ji bo Buşra edaletê pêk bînin.”