Prof. Dr. Nacaroglû: Bendav ne ji bo enerjiyê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin

  • rojane
  • 09:21 11 Kanûn 2019
  • |
img

AMED - Prof. Dr. Arîf Nacaroglû, destnîşan kir ku bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê tên çêkirin ne ji bo ceryanê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin û got, axa Mezopotamyaya bi hezaran salan di bin avê de hatiye hiştin û encamên vê yekê jî li Rihayê dibînin ku her der bûye çol. 

Hîndekarê Beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê ya Zanîngeha Dîlokê Prof. Dr. Arîf Nacaroglû, bendavên li Mezopotamyayê hatine çêkirin û tên çêkirin nirxandin. 
 
Nacaroglû, destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiya ceryanê tuneye. Nacaroglû, anî ziman ku ji serdema Suleyman Demîrel heta niha tim tê gotin 'dibe em di tarîtiyê de bimînin' û got, bi vî awayî reşbîniyekê li gel peyda dikin û dibêjin, enerjî bivê nevê ye. 
 
‘BENDAV NE JI BO ENERJIYÊ NE' 
 
Nacaroglû, bi daxwaza "pêdiviya me bi enerjiyê heye" qad pêşkeşî sermayeyê tên kirin û got: "Polîtîkaya enerjiyê ya giştî ya Tirkiyeyê wiha ye. Lê gava em li herêmê dinerin; mesela heger bi hêza 1200 megavatî Bendava Ilisûyê bê çêkirin wê ji hezarî 8 pêdiviya Tirkiyeyê pêk bîne. Yanî ev tê wateya li xaniyekî hezar odeyî, ceryana 8 odeyan tenê girtiye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiyeke wiha tuneye. Li paş vê israrê tiştekî aşkere heye. Ev yek di civîna MGK'ê de bi awayekî aşkere hat gotin. Yanî tu eleqeya van bendavan bi enerjiya ceryanê tuneye." 
 
Nacaroglû, destnîşan kir ku Bendava Ilisûyê ne ji bo ceryanê, ji bo hincetên stratejîk tê çêkirin. 
 
‘AV WEKÎ ÇEKEKÊ TÊ BIKARANÎN' 
 
Nacaroglû, got: "Gava mirov li siyaseta niha dinere, helbet av wekî çekekê tê bikaranîn. Ji bo vê mînaka herî berbiçav, peymana avê ya di dema Esad de hat çêkirin ku ji bo Sûriyeyê di saniyeyê de dayîna 500 metrekup av. Yanî bazariyeke wiha heye, 'av a min e û çi qasî bixwazim ew qasî dikarim kaniyê vekim, lê heger tu vî tiştî bikî ez ê bigirim.' Lê êdî cîhan hîn bêtir yek e. Mirov bêyî sînoran jî yekîtiyên watedartir çê dikin. Yanî wisa difikirim tu mirovekî cîhanê wê nehêle ku hin kes ji tîna bimirin. Yanî ez dibêm bi avê gefxwarina li mirovên Mezopotamyaya jêrîn çîrok e. Tu bi vê rêbazê nikarî tu gelî jî dîl bigirî." 
 
WÊ BIBE SEDEMA PIRSGIRÊKÊN ÇANDINIYÊ 
 
Nacaroglû, destnîşan kir ku bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê hatine çêkirin û tên çêkirin erdan dikin çol û got, bi bendavên hatine çêkirin jî ji bo îro sibê tê fedakirin. Nacaroglû, got: "Temenekî bendavên hîdrolîk heye. 50-70 sal. Lê ew erdên mezin tên tunekirin. Belkî em nebînin lê 100 sal şûnde wê pirsgirêka mezin a cîhanê erdên çandiniyê be." 
 
Nacaroglû, anî ziman ku lê dîsa jî axa Mezopotamyaya bi hezaran salî di bin avê de tê hiştin û got: "Encamên van bendavan hêdî hêdî xuya dibin; li Riha, Heran, di projeya GAP'ê de û di erdên bûne çol de derdikevin pêşberî me. Yanî ji bo xelaskirina îro, sibeya me tê fedakirin. Bendavên hîdrolîk bi golên avê yên mezin erdên çandiniyê tune dikin. Ev ji bo pêşerojê karesateke mezin e." 
 
Prof. Nacaroglû, bal kişand ser tunebûna qadên çandî û arkeolojîk jî. Nacaroglû, got: "Di pirtûkên pîroz ên ji nivîstekên sumeriyan pêk tên de tê gotin li vira ji xeynî Dîcle û Firatê çemekî mezin ê din jî hebûye. Û ev çemê sêyemîn ziwa bûye, tune bûye. Mixabin wisa dixuyê di nêz de wê Dîcle û Firat jî ji dest mirovan biçe." Nacaroglû, diyar kir ku ev talan bi çêkirina bendavên Firat û Ataturkê dest pê kiriye û got: "Navçeyên mezin ên Semsûrê tunebûn. Bi bendava Bîrecûkê re Xelfetiya mezin çû. Şaristaniyeke 10 hezar salî tunebû. Bajarê Zeûgma yê 2 hezar û 500 salî di bin ava bendava Bîrecûkê de ma." 
 
TEKNOLOJÎ SIYASETÊ TÊKDIŞKÎNE
 
Nacaroglû, da zanîn ku kêmasiya sereke ya polîtîkayên enerjiyê, ew e ku qîmeta teserifê baş nayê zanîn û got: "Êdî divê mirov jiyana xwe bi enerjiyeke kêm bidomînin û ji bo vê li hin rêyan bigerin. Hikûmet divê pêşengiya vê bikin. Mirov dikarin panelên rojê deynin ser avahiyên xwe û pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ji xwe pêşeroj jî ber bi vê ve diçe. Rojavayê cîhanê ji zûv de dest bi vê kiriye. Wisa difikirim em ê jî ber bi vê ve biçin. Çimkî teknolojî, tim û tim siyasetê têkdişikîne. Wê dawî ev be. Wê di pêşerojê de bê dîtin ku mirovê bextewar, mirovê ku enerjiyê kêm bi kar tîne bi xwe ye." 
 
MA / Lezgîn Akdenîz 

Sernavên din

21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome