NAVENDA NÛÇAYAN - Hat diyar kirin ku balafirên şer ên TSK’ê êrîşî karwana sivîlan a ji Cizîrê diçû Serêkaniyê kir. Di êrîşî de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û rojnameger jî di nav de 74 kes birîndar bûn.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê, êrîşî karwana sivîlan a ji Cizîrê ji bo piştgiriyê diçû Serêkaniyê, kir. Di êrîşa hewayî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên dest pê kê11 kesan jiyana xwe ji dest dan û rojnameger jî di nav de 74 kes birîndar bûn.
Hat diyar kiri ku di karwanê mertalê zindî de, rojnamegerên Fransî û Brezîlyayî jî hene û rojnamegerên bi giranî birîndar bûne hene.
Ji ber bombebaran dewam dike, kes nikare mudaxileyî birîndar bike.