EYN ÎSA - Piştî TSK û OSO bi tang, top û balafiran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, 895 endamên Çeteyên DAIŞ`ê ku li Girtîgeha Eyn Îsayê ne, isyan kirin û çend DAIŞ`î reviyan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li Neteweyên Yekbûyî. Koalîsyona Navdewletî Yekîtiya Erebena, Yekîtiya Ewropa û hemû mafên mirovan ên cîhanê kir û bi lez tev bigerin.
Operasyona Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de da destpêkirin di roja 5'an de berdewam dike. TSK û OSO bi tang top û balafiran bê navber herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye bombe dike. Çeteyên DAIŞ`ê ku di zindaneke li hundirê Eyn Îsayê de ne, isyan kirin û agir bi girtîgehê xistin. Li gorî agahiyan 895 DAIŞ`î reviyan. Piştî TSK û OSO bi tagn û topan êrîşî kampa Eyn Îsayê ya girêdayî Girê Spî ku penaber û malbatên DAIŞ`ê têde hene kirin, endamên DAIŞ'ê li girtîgehê îsyan derxistin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku piştî êrîşên Tirkiye yên li dijî Eyn Îsa endamên DAIŞ'ê reviyan e. Rêvberiya xweser bang li Neteweyên Yekbûyî. Koalîsyona Navdewletî Yekîtiya Erebena, Yekîtiya Ewropa û hemû mafên mirovan ên cîhanê kir û xwest bi lez mudaxaleyî vê yekê bikin. Rêveberiya Xweser anî ziman ku ev rewş tenê bi Sûriyeyê bi sînor namîne û wê li hemû cîhanê belav bibe.