AMED - Parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê, bi armanca ku ji peywirgirtin û tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredar Adanan Selçûk Mizrakli şermezar bikin, ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dest bi meşê kirin.
Bertekên li dijî jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredarê Amedê Adanan Selçûk Mizrakli didomin. Parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê, bi armanca ku ji peywirgirtin û tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredar Adanan Selçûk Mizrakli şermezar bikin, ji avahiya HDP'ê ya Amedê ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dest bi meşê kirin. Parlamenter û hevşaredar bi çepik û tililiyan dimeşin.
Piştî meşê dê parlamenter, hevşaredar û rêveber, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek bidin çapameniyê.