Qala ziyareta li Îmraliyê kir

  • rojane
  • 09:11 19 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Salîhe Saltik ku çû Girtîgeha Îmraliyê û birayê xwe Veysî Aktaş dît, behsa giravê kir. Saltik, diyar kir ku Veysî Aktaş heftê 5 rojan 6 saetan girtiyên din dibîne û got, birayê wê ji bo hevdîtinê gotiye: "Li gor dewletê gaveke erênî ye." 

 
Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi boneya Cejna Qurbanê di 12'ê Tebaxê de çûn Girtîgeha Îmraliyê û xizmên xwe dîtin. Salîhe Saltik, cara ewil çû Girtîgeha Îmraliyê û birayê xwe Veysî Aktaş dît. Saltik, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa hevdîtina xwe û birayê xwe kir. 
 
Saltikî ji bo Girava Îmraliyê got "Çivîk jî lê nakin wîqewîq" û got: "Tiştek jî tune bû. Li ser giraveke biçûk girtîgehek û gelek leşker hebûn. Ma ji bo 4 kesan ev qas leşker ne zêde ne?" 
 
45 DEQEYAN HEV DÎTIN 
 
Saltik, got: "Di girtîgehê de em di sê lêgerînan re hatin derbaskirin. Li nav kincên me jî dinerîn. Bi rastî jî çûyîna wir pir zehmet e. Tu îmzeyê datînî bin gelek kaxezan. Nayê bîra min bê min çend îmze dan. Me îmze datanî bin lênûskên wekî pirtûkan qalind. Me tiştek jî bi xwe re nebir. Lis er hevdu navnîşan me ji me dipirsîn. He rçend nasnameya min di dest wan de bû jî hejmara TC'ê ji min dipirsîn. Pêşî Mehmet Ocalan û Polat Yildirim bi qasî 45 deqeyan hevdîtin pêk anîn. Di dema hevdîtinê de leşker jî hene." 
 
AMÛRA DENGTOMARKIRINÊ 
 
Saltik, anî ziman ku piştî hevdîtina Ocalan û Yildirim, wê birine cihê hevdîtinê. Saltik, bilêv kir ku hayê birayê wê ji hevdîtinê tune bûye û got: "Gotin 'hûn ê bi kurdî an bi tirkî biaxivin?' Min got em ê bi kurdî baixivin. Gotin, 'Eger hûn bi kurdî baixivin em ê amûreke dengtomarkirinê deyninc em we' û danîn. Her wiha li cem me leşkerek jî hebû. Pir nêzî me bû. Wexta em ketin hundur dengê kekê min hat. Digot, kî hatiye. Wexta degê wî hat min heyecanek bi min girt. Hayê wan ji hevdîtinê tune bûye." 
 
Saltik, anî ziman ku piştî 5 salan wê birayê xwe dîtiye û got: "Hat hundur, me hevdi hemêz kir. Got, 'ji ber min te dît, ez pir kêfxweş im.' Wexta dengê wî hat min heyecanek bi min girt. Piştî 5 salan acar ewil e min ew didît. Wexta min ew dît heyr mam, pir guherî bû. Nabêjim temenê wî boriye. Gotineke wisa li zimanê min angere. Min digot dema wî bibînim belkî hêstir ji çavên min bên, min nenêrî. Min nedixwest wî di wî temenî de bibînim. Pirsa dê û bavê min, xwişk û birayê min û zarokên min kir. Got, min pir bêriya wan kiriye. Nexasim jî pirsa Zîlan, Nazya, Sarya û Eylemê kir. Paşê got kî sax e kî miriye. Min got, bapîra min miriye, pir li ber ket. Bapîra min pir jê hez dikir." 
 
TENÊ ROJNAMEYA CUMHÛRIYETÊ DIDIN 
 
Saltik, got birayê wê ji bo şert û mercên Girava Îmraliyê gotiye: "Ava wir nayê vexwarin. Mehê 80 lîreyî heqê avê didin. Mehê 75 lîreyan jî heqê Rojnameya Cumhûriyetê didin. Ji bo rojnameya Evrensel û Yenî Yaşamê jî serî lê dane, lê hîna nedane wan. Ji xeynî CNN Turkê, Kanal D, NTV, TRT 1, 2, 3, 4, 5 û 6 heye. Got, tiştên li kantînê pir buha ne. Carinan tiştên digotin ji bîr dikir. Got, 'em pîr bûne em tiştan ji bîr dikin.' Got, wê dest bi werzîşê bike." 
 
Saltik, diyar kir ku di odeya hevdîtinê de leşker û amûra dengtomarkirinê hebûye. Saltik, diyar kir ku birayê wê pirsa rastbûna nûçeyên der barê herêmê û operasyonên leşkerş, pirsa Vedat Ekîncî ku di 1'ê Tebaxê de li gundê Çemekurk ê Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin kiriye. 
 
HEFTÊ 5 ROJAN TENÊ 6 SAETAN HEVDU DIBÎNIN 
 
Saltik, diyar kir ku Ocalan, Yildirim, Konar û birayê wê heftê 5 rojan tenê 6 saetan hevdu dibînin û got: "Veysî, got 'Em û Serok Abdullah Ocalan li vê odeyê hevdu dibînin. Ew li serî rûdinê em jî li dor wî.' Tenê saetekê hevdu dibînin. Hewadariya wan ne bi qasî odeya ku me hevdê lê dît. Ax qet tune ye. Saetekê li hewadariya bibeton dimînin." 
 
‘LI GOR DEWLETÊ GAVEKE ERÊNÎ YE' 
 
Saltik, got: "Hayê wî ji hevdîtinê tune bûye. Wexta em çûne hayê wî jê çêbûye. Got, li gor dewletê hevdîtin wekî gaveke erênî ye. Got, 'Helbet, ev mafê me yî herî xwezayî ye. Lê ew vê yekê wekî gavekê dibînin. Nizanim wê hevdîtina bê kengî be. Li vira edalet tune ye. Kes guh nade pîvanan, kes guh nade qanûnan.'"
 
Saltik, diyar kir ku birayê wê gotiye nameyên ji girtîgehan tên şandin digihên wan û got: "Cemal Tekîn name dişîne. Got, hevalên wî nameyan jê re dişînin lê ji ber qedexeyê ew nikare bişîne. Xwest, hevalên nameyan dişînin bila tim bişînin. Xwest hevalên wî tim pirtûkan bixwînin û dev ji nameşandinê bernedin." 
 
PIRTÛK XWESTIN 
 
Saltik, diyar kir ku birayê wê pirtûka "Turk Ceza Kanûnû" û "Anayasa Mahkemesi Bireysel Başvuru Rehberi" xwestiye. 
 
Saltik, diyar kir ku birayê wî gotiye ew fikirîne wê li Girava Îmraliyê hew hevdîtin pêk bên lê belê piştî Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye, zanibûye wê Guven hin tiştan biguherîne. 
 
MA / Ozgur Paksoy - Aydin Atay

Sernavên din

11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan di civîna Meclisa DEM Partiyê de axivî
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê