Di ser Komkujiya Beybahçeyê re 3 sal derbas bûn: Kiryarên sereke nehatin aşkerekirin!

  • rojane
  • 09:10 19 Tebax 2019
  • |
img

DÎLOK – Di ser Komkujiya Beybahçeyê re 3 sal derbas bûn. Parêzer Yakûp Koca, diyar kir ku kiryarên sereke nehatin aşkerekirin û got: "Ji xeynî duakirina ji bo miriyan tiştek nehat kirin." 

Li Taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê, di 20'ê Tebaxa 2016'an de DAIŞ'ê li hemberî daweteke kurdan êrîşeke xwekujiyî pêk anî bû. Di êrîşê de 40 jê zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di danişîna biryargirtinê ya 14'ê Adara 2019'an de, heyeta dadgehê daxwazên malbatên mexdûr red kirin û tenê ceza li bersûcên heyî birî û dosye girt. Her wiha bi heman hincetê ji bo bersûcekî jî biryara beraatê da. Piştî vê, ji bo heqîqet derkeve holê parêzeran serî li Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê da. 
 
Parêzer Yakûp Koca, pêvajoya dadgeha îstinafê ku hîn didome û pêvajoya darizandinê nirxand. Koca, bilêv kir ku qenaeta wan ew e ku kiryarên sereke yên teqînê bi tevahî nehatine darizandin. Koca, anî ziman ku di danişînê de Fadîle Cabael, hevjîna yek ji berpirsiyarên teqînê Emîrê DAIŞ'ê yê Dîlokê Kadîr Cebael, gotiye "hevjînê min hat kuştin" û piştî vê gotinê hatiye berdan û paşê heyeta dadgehê der barê wêd e biryara beraatê daye. Koca, bilêv kir ku ev yek jî nîşan dide ku kiryarên sereke yên komkujiyê çawa hatine parastin. 
 
JI XEYNÎ DUAKIRINÊ TIŞTEK JÎ...
 
Koca, diyar kir ku şeva teqîn pêk hatiye çûne cihê bûyerê û li wir bi tiştekî wisa re rû bi rû mane ku ne mimkun bû derûniya mirovan wê yekê hilgire. Koca, destnîşan kir ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de di warê hejmarî de Komkujiya Beybahçeyê komkujiyeke herî xwînî û di warê hedefgirtina zarokan de jî komkujiyeke herî trajîk e. Koca, got: "Di ser vê komkujiyê re 3 sal derbas bûn. Di sêyemîn salvegera komkujiyê de, di warê darazê de rewş qet ne zelal e. Ne kiryar tên lêpirsînkirin ne jî ji bo darizandina didome hewldaneke cidî heye. Her çend em tim dibêjin divê ders ji bûyerên bi vî rengî bê girti, lê belê em dibînin ku pir esas nayê girtin. Çimkî siyaseta qirêj didome. Tevdîrên ewlehiyê yên heyî ji dêvla ewlehiay welatiyan, ji bo girtina muxalifan, ji bo binpêkirina rêgezên demokrasî û hiqûqê tên bikaranîn. Loma qenaeta me ew e ku sedemên komkujiyê nehatine aşkerekirin. Di sêyemîn salvegera teqînê de gava em li paş xwe dizîvirin tenê tişta em dibînin ew e ku ji xeynî duakirina ji bo miriyan tiştek nehatiye kirin." 
 
Koca, destnîşan kir ku ji bo wijdanê civakê rihet bibe, divê darizandin li gor wê pêk bê. Koca, bal kişand ser guherandina dosyeyê ku şandin Kayseriyê jî û got, ev yek jî nîşan da ku wê kiryar bi awayekî hiqûqî neyên darizandin. Koca, destnîşan kir ku heyeta dadgehê tenê bersûcên heyî ceza kiriye û got: "Ji xeynî çend îstisnayanî mixabin em dibînin ku di bûyerên bi vî rengî de kiryar nayên darizandin, gelek jê an winda ne an jî bi awayekî mirî tên dîtin. Ev rewş ji bo Komkujiya Beybahçeyê jî têbor e. Kiryar, miriye. Bi vî awayî bi xwe re gelek zanyariyan jî dibe. Me gelek caran bilêv kir ku ev darizandin ne bi dilê me û raya giştî ye. Me diyar kir ku bersûcên heyî li hemberî mirovahiyê sûc kirine. Me got peywirdarên cemaweriyê yên di êrîşê de berpirsiyar in nehatine darizandin û ji bo vê me daxwaza îstinafê kir. Niha biryar li Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê ye." 
 
Koca, diyar kir ku armanca wan ne ew e ku cezayekî zêdetirî deh qatê temenê bersûcan bê birîn, armanca wan a sereke ew e ku kiryarên sereke yên bûyerê bên darizandin û peywirdarên cemaeriyê yên îhmalkarî kirine bên darizandin. 
 
Her wiha Koca, diyar kir ku ger dadgeha îstinafê li gor normên hiqûqê biryarekê negire ew ê serî li Dadgeha Bilind bidin û tiştek ji vê derneyê ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û piştî rêyên hiqûqa hundurîn bixitimin ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. 

Sernavên din

14:58 Perava Yenîkapiyê ku ji bo dengdayînê ketin rê, veguherî termînala otobusan
14:21 DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne
14:16 Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin
14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir | ZINDÎ
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da