NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Lêgerînên komunî yên li dijî hilweşînên civakî” derket.
Hejmara 145’an a kovara Jinê bi manşeta “Lêgerînên komunî yên li dijî hilweşînên civakî” derket. Di hejmara nû de kovarê bal kişand ser tecrûbeyên cîhanê, yên komun û Jinwarê û rêya çareseriya hilweşînên civakî nîşan da.
Nivîsên nû yên di hejmara nû de ev in:
*Diyalektîka kesayeta azad û civaka azad: Komun / Serhildan Banyan Magusa
* Li Kurdistanê hilweşîna civakî, şerê taybet û stratejiya gava komunal / Bêrîvan Elter
* Ji dîrokê heta roja me komunbûn: Civakên bêdewlet / Ayşe Newroz Oyman
* Meseleyeke wekheviyê -1 / Çîgdem Ertak
* Nêrîna algorîtmî: Di serdema dijîtalê de bedena jinê / Ezgî Sila Demîr
