NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Darayî ya Iraqê, ragihand ku dê mûçeyên Gulana 2025’an ên karmendên Hêrêma Federe ya Kurdistanê bişîne.
Piştî lihevkirina Iraq û ya Herêma Federe ya Kurdistanê li ser dehatên derveyî petrolê, ji bo şandina mûçeyan gavên şênber hatin avêtin.
Di daxuyaniya Wezareta Darayî ya Iraqê de hat ragihandin ku biryara şandina mûçeyên meha Gulana 2025’ê ji karmendên Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn. Ev biryar piştî Wezareta Darayî ya Herêma Federe ya Kurdistanê îro 120 milyar dînar (nêzîkî sedî 50) ji dahata derveyî petrolê razandine ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Iraqê, hatiye dayîn.
Karmendên Herêma Kurdistanê 83 roj in mûçe wernagirin. Nexasim li Silêmanî, Helepçe û Hewlêrê gelek xebatkarên saziyên cemaweriyê ji ber negirtina mûçeyên xwe dest bi rawestana kar kirin.
Di 16’ê Tîrmehê de Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê ragihandibû ku di encama danûstandinên ligel Bexdayê de lihevkirenek hatiye kirin û dê di vî warî de gavên erênî bên avêtin. Roja 17’ê Tîrmehê, Lijneya Wezîrên Iraqê li ser şandina mûçeyên meha Gulanê yên karmendên Herêma Kurdistanê gotûbêj kiribû.
Di civînê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, protokola şandina mûçeyan îmze kir.