HATAY – Platforma Jinan a Îskenderûnê, li dijî qetlîamên jinan ên li Sûriyeyê bertek nîşan dan û gotin: “Em ê ji bo jinên Elewî û Durzî bê deng nemînin.”
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê Platforma Jinan a Îskenderûnê li Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) civiyan û êrişên li dijî jinên Elewî û Durzî yên li Sûriyeyê protesto kirin. Endama Platformê Şukran Artaş, destnîşan kirin ku HTŞ û komên wek wê li Sûriyeyê jinan direvînin, dikin kole û fihûşê li ser wan ferz dikin. Şukran Artaşê, diyar kir ku nexasim jinên Elewî, Durzî û Ermen tên hedefgirtin.
‘EM DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE NE’
Şukran Artaşê, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji hinek malbatên jinan fîdye tê xwestin û bi awayeke bêqanûnî pere bo hinek hesabên Mêrdîn û Îzmîrê tê razandin, saziyên raydar jî li dijî vê yekê bê tevger in. Şukran Artaşê, got: “Em qetlamên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan û sûcên zayendî li dijî jinan red dikin. Berdêla şer jin didin. Em li dijî komkujiyên Elewî û Durzan li cem jinan in. Em wek Platforma Jinan a Îskenderûnê berê jî li dijî êrişên jinan ên li Filistîn, Rojava, jinên Êzidî, Kurd, Ermen, Ereb di nava piştevaniyê de bûn.”