STENBOL - Li Gazîosmanpaşayê agir bi 4 şevnişînan ket.
Li Taxa Yildiztabya ya navçeya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê, ji ber sarinc teqiya agir bi şevnişînekê ket. Ji ber şewata ku bi şev saet li dora 00.15'an çêbû, 4 şevnişîn şewitîn. Di bûyerê de birîndar tune ne û agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat tefandin.